Sibe endamekî çeteya DAIŞ’ê wê li Frankfurtê ji ber sûcê qirkirina li dijî Êzîdiyan bê dadgehkirin. Di nava sûcên wî de ji bilî qirkirinê, sûcên li dijî mirovahiyê, sûcên di dema şer de û kuştina keçek Êzîdî ya 5 salî jî hene. FEHMÎ KATAR DAIŞ’ê 3yê Tebaxa 2014’an êrişî Şengalê kir, bêhtirî 5 hezar Êzîdî qetil kir, bi hezaran jin û zarokên Êzîdî dîl girtin û revandin. Hîna jî qederê 3 hezar jin û zarokên Êzîdî di destê DAIŞ’ê de ne. Li Elmanyayê ji ber vê fermanê ji ber vê qirkirinê, cara pêşiye ku wê bi tohmeta qirkirinê dozek dest pê bike. Ev gunehbarî li endamekî çeteya DAIŞ’ê tê kirin. Dadgeha Bilind a eyaletê ya Frankfurtê di doza sibe destpê dike de, wê DAIŞ’iyê çete yê bi navê Taha Al J., ji ber tinekirina hebûna Êzîdiyan, sûcê li dijî mirovahiyê, sûcên di dema şerî de, ticareta mirovan ji bo ku mêhtina keda wan, û kuştina keçeke 5 salî ya Êzîdî dadgeh bike. Taha Al J. Wê wekî din ji ber endametiya rêxistineke terorîst li welatekî biyanî jî bê dadgehkirin. Di nava tohmetan de şideta cinsî jî heye. Ji destpêkê ve bi DAIŞ’ê re bû Taha Al J. yê DAIŞ’î di Gulana 2019’an de li Yewnanistanê hat girtin û ew radestî Elmanyayê hat kirin. Li gorî ji îdîanameya dozgeriyê diyar dibe, ew sala 2013’an bi damezrandina çeteya DAIŞ’ê re li welatê xwe Iraqê tevlî nav refên wê dibe. Ew heta 2019’an weke rêveber li Iraq, Sûrî û Tirkiyeyê çalak e di nava DAIŞ’ê de. Serê sala 2015’an ew li Reqayê berpirsê “Buroya Qewirandina Cinan li gorî Şerîetê” ye. Bi caran diçe mala jinan a DAIŞ’ê ya bi navê “Beyt el-Muhacerat”ê û bi jinên li wir re civîn li dar xistine. Qirkirina li dijî Êzîdiyan Sûcên qirkirina li dijî Êzîdiyan gelek sûcên di îdîanameyê de pêk tîne. Behsa jinên Êzîdî yên hatin revandin û li bazarên koleyan hatin firotin, tê kirin. Taha Al J. sala 2015’an jineke Êzîdî û keça wê ya 5 salî weke kole dikire. Ew wan dibe mala xwe ya li Feluceyê; mala ku bi hevjîna xwe ya Elman Jennifer W. re lê dima. Jennifer W. jî niha li Elmanyayê girtî ye. Îdîaname dibêje, Taha Al J. du kes weke kole kirîne û li mala xwe weke kole bi kar anîne; ev jî bi armanca DAIŞ’ê ya tinekirina hindikahiya Êzîdî re li hev dike û parçeyek jê ye. Zaroka Êzîdî li ber tavê kuşt! Di îdîanameyê de tê gotin ku Taha Al J. yê çete tevî hevjîna xwe ya ku bi endametiya DAIŞ’ê tê dadgehkirin Jennifer W. re dê û keça wê kirine kole, ew birçî hiştine, şidet li wan kirine. Ji ber ku keça 5 salî ji ber nexweşiyê cihê xwe dilewitîne, DAIŞ’iyê hov keçikê li ber kela tava çola Feluceyê zincîr dike û keçik li ber tavê ji ber germê û tîhna dimire. Di îdîanameyê de wekî din ji ber ku 2 Êzîdî weke kole kirrîne, sûcê şideta cinsî jî heye. Nebûna sûcê destavêtinê bi xwe bû sedema nerazîbûnên di nava raya giştî ya Elman de. Li Tirkiyeyê jî çalak bû Ji îdîanameyê em fêr dibin ku Taha Al J. yê çete, di Mijdara 21015’an de berpirsê maleke jinan a DAIŞ’ê bûye li Samsûnê. Sala 2018’an jî di ser înternetê re dipeyive û dibêje, ew dikare her şêwazê teqemeniyan amade bike û li mala xwe ya li Tirkiyeyê jî endamekî rêxistinê li ser mijarê perwerde bike. Doz dest pê dike Doz li Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê sibe (24.04.2020) dest pê dike. Li Frankfurtê dozeke din a li dijî endamê çeteya DAIŞ’ê heye. Ev kes Mustapha B. ye. Ew di navbera Tîrmeh û Mijdara 2013’an de tevlî nav refên DAIŞ’ê bûye. Doza wî wê 4’ê Gulana 2020’an saet 10.00’an ku Saal II Gerichtsgebäude E, Hammelsgasse 1, Frankfurt am Main pêk bê.