
Ji parêzerên kesên hatine binçavkirin û girtin Ramazan Demîr der barê mijarê de agahî da ANF’ê. Demir diyar kir ku ji ber hevdîtina ligel girtî û binçavkiriyan qedexe ye, din ava 24 demjimêran de wana nekarî bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin. Parêzer da diyarkirin ku ew her tim li rastî Şaxê Tekoşîna li dijî Terorê ya Emniyeta Stenbolê tên. Demir destnîşan kir ku polîs bi awayeke tund nêzî wana dibin û diyar kir ku di çarçoveya biryara 15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê polîsên TEM’ê îfadeyên miwekîlan nadin.
Demir diyar kir ku ji ber Zagona Tekoşîna li dijî Terorê (TMK) wana nekariye din ava 24 demjimêran de bi miwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin. Demir destnîşan kir ku polîs bi awayeke tund nêzî wana dibin û diyar kir ku di çarçoveya biryara 15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê polîsên TEM’ê îfadeyên miwekîlan nadin.
Pêkanîneke wiha li tu derê nîne
Parêzer diyar dike ku sedemê biryara nedayîna îfadeyên girtiyan a ji bo parêzeran “me bi awayeke fermî dike endamê rêxistinê” û diyar kir ku di sedema biryarê de tê gotin ku dibe ‘parêzer dosyayên girtiyan bidin rêxistinê.” Demir diyar kir ku bi awayeke asayî, kopiyek a girtekên dema îfadeyên miwekîlê wan li cem polîsan dimîne û kopiyek jî lige parêzeran dimîne. Demir got; “Lê li vir ew jî hatiye qedexekirin. Çima? Ji bo ku em nezanin miwekîlên me bi çi têne sucdarkirin. Gel wê demê em li wir çi karî dikin?”
Demir bi bîr xist ku pêkanîneke wiha li tu derê cîhanê tune ye û got; “Me li Şaxê TEM’ê bal kişand ku ev pêkanîn ne hiqûqî ye û wiha domand; “Me got em nabin hevparê vê bêhqiqûiyê. Ev biryar mafê parastinê bin pê dike. Me ji miwekîlên xwe re jî got ku li holê bêhiqûqiyeke pir mezin heye. Me bi dozgerên nobedar re jî hevdîtin kir, lê dozger bi tu awayî mudaxeleyê meseleyê nekir. Hevalê me yê parêzer Adem Çalişli daxwaza girteka îfadeyan a ku îmzeya wî li binê wê heye kir, lê li rastî heqaretê û ji odeyê hate qewitandin.” Demir da diyarkirin ku ew ê giliyê 15. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê li Desteya Bilind a Dozger û Dadgeran (HSYK) bikin.
Di bin çavan de zexta ‘bibe îtirafkar’
Parêzer Demir diyar kir ku muwekîlên wan di bin çavan de li rastî gelek zext û heqaretan tên. Demir got; “Miwekîlek a/ê me heye naxwazim navê wê/wî aşkere bikim, polîsan zagona poşmantiyê spartine wî. Ji ber me nekarî di 24 demjimêran de pêre hevdîtin pêk bînin, bi seatan ew xistine ber lêpirsînê.” Parêzer da diyarkirin ku 5 caran miwekîla/ê ji nezaretxaneyê derxistine û bangî malbata wê/wî kirine û xwestine bibe îtîrafkar. Demir diyar kir ku xwarinên ne saxlem didin girtiyan, temenê wana piranî di navbera 50-60 salî de ne, bi pêdiviyên jinan ên taybet nayên pêşwazîkirin.
STENBOL