
Rojnameya Şûjin ku bi şîara “bi niyeta ku di zimanê medyayê de bibe şûjin” dest bi nûçegihaniya jinê kiribû, ji hêla Saziya Teknolojiya Agahdarbûnê û Ragihandinê (BTK) ve hat astengkirin.
Şûjin bi zaravayên Kurmancî, Kirmanckî, Soranî yên Kurdî û bi Tirkî, Îngilizî û Erebî weşana xwe dikir. Adresa înternetê ya Şûjin gazeteşujin.com doh hat astengkirin.
Şûjin Kanûna 2016’an li ser înternetê dest bi weşana xwe kiribû. Rojnameya Şûjin ji hêla jinan ve hatibû vekirin, ji edîtoran ta bi nûçegihanên wê yên dildar tevahî xebatkarên wê jin in.
AMED