AMARA CÛDÎ / ANHA / QAMIŞLO
Komîteya Aborî ya Dêrikê sûkek bi navê ‘Pepûle’ vekir. Sûk wê ji aliyê jinan ve were birêvebirin.
Sûka Pepûle li nêzî sûka navendî ya Dêrikê ye. Gelek dikanên cilan, caw, sol û madeyên xwarinê û paqijiyê li sûkê hatine vekirin. Endama Komîteya Aborî Rewan Hemze got, bi armanca rê girtina li ber keysbaziya bazirganan, xurtkirina aboriya jinan û peydakirina derfetên kar, wan sûk vekiriye.
Her wiha Rewan Hemze derbirî ku li sûka Pepûle 21 dikan wê hebin û 18 jin bixebitin.