Li gorî çalakvanên Sûriyeyê li bajarên Sûriye ên sereke Şam û Helebê di navbera artêşa Sûriye û Artêşa Sûriyeya Azad a muxalîfan de şer û pevçûnên dijwar rû didin. Li gorî malpera fermî a dewletê muxalefeta çekdar di şerên dawî ên li Helebê de gelek wendahî dane. Hat diyarkirin ku li gelek taxên Helebê êrîşa tank û topan û bombebarana balafirên şer jî berdewam dike.
Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan a Reutersê jî da zanîn ku sûka kevin a Helebê hatiye şewitandin û agir bi sedan dikan û kargehên vê sûkê ketine. Tê diyarkirin ku şewat di encama gûllebaranê de derketiye. Lê belê der barê encama şewatê, mirî û birîndaran de ti agahî nehate bidestxistin. Sûka kevin a Helebê ku sûkeke dîroka ya kevin e û damareke girîng a aboriya vî bajarê bû. Di heman demê de ev cihê dîrokî di rêxistina UNISCO de wekî mîrateke dîrokî ya cîhanî jî tomarkirî ye.
Serokê Navenda Mîrasên Cîhanê yê UNESCO’yê Kîşore Rao ji ajansa Associated Press re axivî û diyar kir ku ev yek wendahiya herî mezin a bajarê kevnar bû û bûyera şewatê weke “trajedî” bi nav kir.
Li gorî çavkaniyên muxalefetê, ew nikarin xwe bighînin sûka dîrokî da ku agirê wê vemirînin. Li gorî heman çavkaniyan li derdora 700 dikan û kargeh di şerê Helebê de hatine wêrankirin û rûxandin. 

HELEB