Avakara Rêxistina mafê jinan û Zarokan(WADI) û berpirsa wê Thomas Von Der Osten destnîşan kir ku ew vê zagonê wekî zarokê xwe dibîne û ev yek destkeftineke mezin e û got,”Karê giran piştî erêkirina zagonê dest pê dike.”
Piştî nîqaşeke demdirêj bi piştgiriya hukimeta herêma Kurdistanê pêşnûmeya qedexeya şîdeta li nava malê hatibû amadekirin. Ev pêşnûma di hefteya borî de li parlamentoya başûrê Kurdistanê hatibû erêkirin. Di zagonê de sunetkirina jinan hatiye qedexekirin û kesên vê sunetê bikin jî dibin sûcdar.
Osten ev yek anî zimên, “Mixabin ev zagon sê salan dereng derket. Di nava sê salan de bi hezaran keç hatin sunekirin. “Osten anî zimên ku metirsiya wan ew e ku ev zagon tenê li ser kaxezê bimîne û di pratîkê de pêk neyê, ji berk u me beriya hînga kuştinên ji ber namûsê ku ew jî hatibûn qedexekirin dîtibû lê mixabin bûbû pirsgirêk.
Osten bal kişand ser wê yekê ku ev mijar li Efrîka û Rojhilata Navîn di serî de li Kurdistanê bi zagonî hatiye qedexekirin. Osten got, “Di sala 2008’an de li gorî lêkolîneke WADI’yê li herêmên Silêmaniyeyê û Germiyanê rêjeya jinên sunetkirî sedî 66 bû. lê belê sunetkirina jinan li her herêmê diguhere. Li hin herêman ev rêje sedî 100 e. wekî mînak li Ranyayê û Qeladizê û herêma Pîşdere sunetkirina jinan herî zêde ye. Li Hewlêr û Silêmaniyeyê jî ev rêje ne hindik e.”

 ANF/HEWLÊR