Em hin endamên PEN a Kurd di navbera 15-17 yên Adarê (2019) de li Dresdenê di bin serenavê "Pireyek di navbera Dicle û Elbê de" bi nivîskarên Sorben ên li Elmanyayê wek kêmar hatine nasîn re, di bernameyeke wêjeyî ya xwerû de li hev civiyan. Ev civîn ji bo me tişteke bi raz û balkêş bû. Me bi nûgerî li pirsgirekên wan, wan jî li yên me guhdarî kirin. Ev carinan wek hestê şahiyê carinan jî bi awayê xembarî li ser dilê me rûnişt. Ez ê li ser mijara vê civînê ranewestim, lewra rêzdar Jan Chakar li ser nivîsîbû. Ji wê zêdetir, ez ê hinek mijara qesran û muzeyan vekim û behsa du tiştên ku bi dîroka me re têkildar û di qesra Zwingerê de tê parastin, bikim. Lewre gelek belge û berhemên dîrok, çand û zimanê me ku di muzeyên Ewrûpiyan de tên veşartin, hene.

Bajarê Dresdenê bajarakî gelek taybet û kevn e. Gelê herêmê bi vê têgîhîştinê bi bajarê xwe serbilind e. Sorbenê nijad Silav, îro li Elmanyayê wek kêmar hatine naskirin, xwedanê her mafên kêmarî ne, bingehê vî bajarî danîne. Ev der berê serweriya  Elmanan, bajarekî Sorben bûye, Navenda mîrnîşîna Sorbenan, li vir bûye. Piştî Elmanan ev der dagir kiriye, ji ber bişavtin û li vir bi cîhbûna Elmanan, hêjmara Sorbenan her diçe kêm dibe, serdestiya bajêr dikeve destê Elmanan. Di vê dema me de ti bandora Sorbenan li ser bajêr tine, navenda wan bajarê Bautzen û Cotbussê ye.

Bajarê Dresdenê niha ji bo wek mîrateya çandî ya cihanê were nasîn, di nava hewldanan de ye. Lewre bajarekî kevn û li bajêr bi dehan qesr û kelehên kevnar, avadaniyên lêkirinên Barockî, kavilên dîrokî hene, tev de hetanê îro bi awayê orîjîn hatine parastin. Deverên ku di dema şerê cihanê yê diduyan de bi bombardûmanan hatibûn ruxandin, tev de hatine restorekirin. Mixabin avahiyên qaşo nûjen hinek rengê bajêr guheriye.

Ye ji qesrên navdar jî qesra Zwingerê ye. Ev qesra Zwîngera xwedan taybetiyên awerte û derê daxwaziya mirovan jî bala mirovan dikişîne ser xwe, berhemeke di destpêka sedsala 18´an de bi mîmariya Barockê hatiye avakirin. Mîrê demê yê Sachsene û keyê Lehistanê, Augustê Xurt fermana avakirina wê dide û fînanse dike. Mîmar û peykertraşê li gor demê navdar  Matthäus Daniel Pöppelmann plana wê çêdike û dide avakirin. Ji bo parastina qesrê jî hem li dor bi dîwarê bajêr e sûr lêkirine, hem jî li dora wê hendekên gelek fireh kolan e û tije av kirine. Dagirkirina wê gelek dijwar e. Qesir bi giştî bi mîmariyeke gelek xwerû hatiye lêkirin.

Li pey danasîna avakirina Qesra Zwinger, ez ê mijara muzeyên wê û du diyariyên ji Selhedînê Eyubî hatine, vekim. Piştî bernameya me qediya, em bi pêşengiya nivîskareke Elman û Rêzdar Younes Behrem di derê Taca keyê Lehî re ketin hewşa qesrê. Gelek komên tûrîstan bi rêveberiya rêberên pispor, li qesrê digeriyan, tenê koma nivîskarên Kurd wekî bizinên nava keleman herê carê belav dibû. Mixabin rexneyan jî pêşî li vê belawelabûnê negirt.

Di vê qesrê de çend muzeyên taybet û dîrokî hene. Ji vana yek, Muzeya Ferfûran e. Mirov ji mînakên destpêkê hetanê yên îro her cûre fera û peykerên ferfûrî tê de dibîne. Muzeya diduyan jî Muzeya nigarkêşên Elman yên di bin navên navdar "Klein Meister" de tên nasîn e. Wan nîgarkêşên nav piçûk berhemên bi hunereke hostayî li pey xwe hiştine. Dema mirov li wê hunera taybet ya tabloyên nîgarkêşan dinêre, xwe di nava cihaneke razber û avzûnkirî de radibihîse.

Her wisa Muzeya Tiştên Navdaran jî tê de heye. Mixabin ji ber restorasyonê me nekanî ku em li wê muzeya navdaran bigerin. Li gor agahiyên rêberê me Younes Bahrem di wê muzeyê de du tiştên taybet ên ku têkiliya xwe bi me Kurdan re hene, hene. Ji vana yek, şûrê Selhedînê Eyûbî ye. Yek jî saeteke rojê ya 50 cm bilind û 40 cm bi ber e. Ev saet ji bronz û zêr e, derxûn û neqşên li dorê tev de zêrîn e. Selhedînê Eyûbî ji paşayê Elman yê bi navê Rîhsor (Barbarosa) tê zanîn re wek diyarî şandiye. Ev herdu diyariyên taybet li ser dilê min bû nûgeriyeke dilsotî, ji wê min ji berpirsiyaran jî pirsî, lê gotin "Mixabin!"

Bi mijara van herdu diyariyan jî zelal dibe ku têkiliya me Kurdan û Elmanan ji têkiliya Tirkan û Elmanan kevintir e. Lê ji ber ku em ne xwediyê welatê xwe ne, dewlemendiyên welatê me bi destên dagirkeran tên pêşkêşkirin, Elman berjewendiyên xwe li ser her tiştî re digirin û me nabînin, ya diduyan jî tirsa Selhedînê Eyûbî piştî şerê Xaçê li pey xwe hiştiye, nahêle ku têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd û Elmanan de, heta welatên Ewrûpî yên din de olana xwe vede.