
Navenda Çanda Hûnerê ya Dicle Firatê, piştî qedexeya derketina kolanan ya 120 rojî, careke din dest bi xebatên xwe kir. Mamosteya Diclê Firatê Mizgîn Yildirim diyar kir ku ew li hemberî hemû êriş û polîtîkayên bişavtinê çanda Kurd dê bidin jiyandin û got, ti qedexe li pêşiya bipêşketina çanda Kurd nabe asteng.
Bi qedexeya derketina derve ya li navçeya Amedê Sûrê ku 120 rojan dewam kir, bandor li kar û xebatên Navenda Çand û Hûnerê ya Dicle Firatê jî kir. Navenda Dicle Firatê ku bi salan e, xebatên hûnerê dide meşandin û ji ber pêvajoya şer demekê ev xebat hatin rawestandin, careke din bi kursên wek gîtar, tembûr, erbane, def, şano, komên mûzîkê yên zarokan û govendê dest bi xebatên xwe kirin. Mamoste û Rêvebera Diclê Firatê Mizgîn Yildirim derbarê xebatên xwe de axivî û diyar kir ku xebatên wan wek salên ewil bi kelecan dewam dikin.
‘Di nav Sûrê de çandeke xwezayî heye’
Mizgîn Yildirim destnîşan kir ku bi qedexê re êrişên li dijî çanda Kurd zêde bûn û wiha peyivî: “Ji dîrokê heya niha, her tim êrişên qirkirinê yên li dijî çanda civaka Kurd hene. Bi vê qedexeyê re ev êriş zêde bûn. Tişta ku armanc dikirin ew bû ku di serî de çanda Sûrê tune bikin. Lê me tu carî destûr neda vê polîtîkayê.” Yildirim diyar kir ku di nav Sûrê de çandeke xwezayî heye û ji aliyê gel ve bi her awayî dihat jiyandin.
‘Jin û zarok alaqeyeke mezin nîşanî çandê didin’
Yildirim wekî din anî ziman ku piştî rakirina qedexeyê wan dest bi xebatên xwe kiriye û da zanîn ku ji berê zêdetir muracaet çêdibin û wiha pê de çû: “Xebatên me di atolyeyên nû de dewam dikin. Em dersên erbane, gitar, govend, temburê didin şargirtên xwe. Di heman demê de beşê mûzîkê, koroya zarokan me da destpêkirin.” Yildirim got, her kursa wan 4 mehan dewam dike û li ser daxwaza şargirtan van kursan dirêj dikin. Yildirim da zanîn ku tişta balkêş ew e ku herî zêde jin û zarok ji bo çanda Kurdî muracaet dikin.
‘Xwedî derketin hêzê dide me’
Yildirim li ser tercîha şagirtan jî got, bi piranî şagirt ji bo erbanê miracaetî wan dikin û ev tişt li gotinên xwe zêde kirin: “Dema ku em lê dinihêrin, ji bo erbanê muracaet gelek çêdibin. Herî zêde jî jin tên û dixwazin fêrî erbanêyê bibin. Ji ber ku erbane çanda Kurdan îfade dike û heya roja me ya îro wiha bi keda jinan hatiye. Em jî bi kêfxweşî dersên xwe didin wan. Bi kelecan û hêzeke pirr xurt ev xebata nû hat destpêkirin. Bi vî rengî, em bi pirr hêvî ne ji bipêşketina çand û hûnera Kurd. Û xwedî derketina ciwanan a li çandê me zêdetir kêfxweş û şanaz dike. Xwedîderketin hêzê dide me.” Yildirim herî dawî destnîşan kir ku heya niha ji 100’î zêdetir şagirtên wan hene û hêj jî muracaet çêdibin û piraniya wan jî jin in.
JINHA /AMED