Tewanbarên Rojhilata Navîn bêguman Fransiz û Ingîlîz in. Parçebûna Kurdistanê û parçebûna ereban bi destên wan pêkhat. Afrînerên paşverûtî, kêşeyên netewî, nakokî û desthilatdarên dîktator ên sadîst jî ew in. Hetanî ji destên wan were, dê ewê hîç nehêlin ku guhertinên di berjewendiya gelan de li Rojhilata Navîn pêkwere.
Li pey ku ala pêşengiya rojavahiyan kete destê Amêrikayê, Amêrîkayê di bin perê neo kolonyalîzmê de ev nakokiyên ji fransiz û ingîlîzan wergirtibûn hê kûrtir kir. Gelek hêzên îlegal ji bo bikaranînê afirandin. Ji van hêzan rêxistina El Qaide jî wek Glaudiyo berhema Amêrikayê ye. Wan ew berê bi tevê Talîbanan li dij Sowyetê bi kar anîn, dema dîtin ku ji bo wan jî dibe talûke, lêdan.
Rastiyekê jê heye ku Amêrêka her demê çeteyên wiha parewan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Carna lêde jî, wan bi tevahî ji holê ranake, dixwaze ku hê zêdetir têke xizmeta xwe. Ji ber vê rastiyê li Afganîstanê lêdan, lê li Suriyê ji bo ku bikane pêşî li xeta sêyemîn bigire, di bin navê cûda de wek Al Nusra, Dewleta îslam a Irak- Şam derxist pêş û bi kar tîne.
Li Rojhilata Navîn sê xet (bere) hene, yek di bin perê Amêrîkayê de eniya sunî; Tirkiye, Katar, Saudî. Ya duyem; bereya şiiyan; Îran, Sûriye, Irak, Huzbilaha Lubnanê. Xeta sêyem jî xeta Tevgera Azadî û gelan e. Belê Amêrîka ji bo ku bikane, pêşî li vê xeta sêyem bigire, yan jî, wê hinek melûl bike û bikişîne aliyê xwe, li ser Katar û Tirkiyê re, ji elemanên çete bigire hetanî çekan her cûra alîkarî dide çeteyên El Qaîde. Ji xwe ev demeke dirêj e ku ev çete tenê êrişê Rojava dikin, li hemberê rejîma Baasê guleyekê jî navêjin. Artêşa qaşo Azad a Suri jî bi hemû muhalîfên din re piştgiriya van çeteyan dike. Dîsa di nava van de Hizbul Kontra û milên wanên siyasî jî hene.
Bêguman hemû dîktatorên Rojhilata Navîn ji bo ku bikanin dîktatoriyên xwe bidomînin her cûre çekî li hemberê gelan, muhalîfan bikartînin. Wekî gaza xerdal a avêtin Helebçe, Dewleta tirk jî wek Geliyê Teyarê gelek caran gazên di rengê “SARÎN”ê de bikaranîn. Bêguman rejîma Baas jî bi kar tîne. Lê her kes dizane ku vê carê ew bombeya gaza Sarin li Tirkiyê hatiye amadekirin û bi wan 400 ton alavên şer re derbazê Suriyê kirine. Lema rayedarên Enqere û AKPê ketine nava keftûlefteke ku tirsa tewanbariyê jê diherike. Dixwazin ku gaveke pêş de Amêrîka lêde, daku tewana wan eşkere nebe. Dîsa ji ber vê hestê tewanbariyê li ber wan digere ku ew baregehên li Tirkiyê bikarbînin. Lê çawa ku kekê wan Sam Axa rû nede wan. Wan jî behn girtiye ku kengê jî hebe, dê ev bibe agirê kelandina ava serê rayedarên AKP, dê dek û dolabên takiyeyê jî alîkariya wan neke.
Wê Amêrîka ji bo prestîja xwe jî, li Suriyê hin deveran ji bo demekê bombardûman bikin, lê ez bawernakim ku di vê rewşê de rê bidin Tirkiyê, da ew bikanin têkevin Suriyê. Di vê momentê de ev ne di berjewendiyê wan de ye.
Erdogan û AKP eya wî di polîtîkaya xwe ya Suriyê de ketiye nava heriyê, ser û çavên xwe lewitandiye, lema rastê rexneyên tûj tê. Lê dîsa jî ew dixebite ku di vê momenta êriş pêktên de rantekê siyasî bi dest bixe û vê bi hunera xwe ya takiyeyê re biguhezîne bangaşiya pozisyona xwe û têke coşeke arişeniya hilbijartinên li pêş heye.
Mijara Rusyayê: Bêguman biratî û dostaniya dewletan tenê li ser berjewendiyan rûdine, hetanê berjewendiyên wan hebin dost in, kengê berjewendî qediyan jî, pişta xwe pêde dikin. Lê di vî warî de sicîla herî xirab û bêbext ya Rûsyayê ye. Rûsyayê tim dost û hevalbendên xwe frotiye, yan jî bêbextî lê kiriye. Em Kurd dewleta Rûs baş nas dikin, wan di mijara Komara Mahabadê de dinasin, di mijara Kurdistana Sor de çawa bi dehhezaran Kurd derbiderkirin me dît. Dema birêz Ocalan çû welatê wan, me soz û bêbextiya wan jî çêştand. Ne tenê li hemberê Kurdan li hemberê hemû dost û hevalbendên xwe wisa bêbext in. Dê ewê birayên xwe yên Baas bifiroşin. Êh canbazên ji qeşaya cemsarê ne.
Divê em Kurd di vê pêvajoyê de, gelek şiyar, bi yek dengî amadebin, lewre dewleta tirk tim li rojên mij û moranê digerin. Hele roviyên sentêza tirk-îsalm, yan jî kemalîstên îslamîst tenê li pey bêbextî û sextekariyan in. Dibe ku ew jî di nava vê mij û moranê de êrişê hin deveran bikin, Yan jî dîsa xewnên Srî Lankayê bibînin.
Sûriye li ber sekratê AKP’e li pey takiye û rantê