Tevî van astengiyan niha jî li Sûriyeyê herdu rafîne ango cihên ku petrolê safî dikin yên li bajarên Humis û Banyasê hatin rawestandin. Ji ber vê tê gotin ku wê di demeke nêzîk de li Sûriyeyê kêşeya mazot, benzîn û sotomeniyê ku ev demeke dirêj e rû daye hîn girantir bibe.
Petrol ji derve were
Çavkaniyan ji bajarê Laziqiyê diyar dikin ku herdu cihên safîkirina petrola Sûriyeyê ku li Hums û Banyasê ne, ji ber ku petrola ji Dêrelzorê û Rojavayê Kurdistanê bi rêya boriyan dihatin van mesfayan hate birîn û rawestandin. Herdu rafîne êdî bi temametî êdî kar nakin. Petrola Sûriyeyê ji Dêrazorê û Rojavayê Kurdistanê derdikeve û ji ber şer û pevçûnên dawî karên li ser bîrên petrolê rawestiyaye. Heman çavkaniyê diyar kirin ku du keştiyên ku mazotê bar dikin ji Îranê gihiştin rawestgeha keştiyan a Laziqiyê. Her wiha tê gotin ku wê mazot di demeke nêzîk de ji aliyê Venezuela re ji Sûriyeyê re were şandin.
Weke tê zanîn, girîngiya mazotê ne tenê ji bo çûn û hatine û xebitandina kargehan, di warê pêdiviyên zivistanê û pêxistina sobeyan jî xwedî giringiyeke mezin e. Lewra qutbûna mazotê di serê zivisatana dijwar de wê bandoreke gelekî mezin li ser jiyana hemû gelê Sûriyeyê bike.
Ambargoya taybet
Hê beriya karê van refîneyên Sûriyeyê were rawestandin li ser gelek deveran û bi taybetî li ser Rojavayê Kurdistanê ambargoyeke şidandî hebû. Komên çekdar gelek caran ketin pêşiya tankerên ku dixwestin mazotê bîbin bajarên Kurdan û desteser dikirin. Ji aliyekî din ve sînorên welatên cîran û bi taybetî ên aliyê Rojava tev hatine girtin. Tenê deriyekî sînor ku dikaribû vê ambargoya giran a ji ser Rojava bişkîne hebû ew jî deriyê sînorê başûrê Kurdîstanê bû, lê mixabin ew jî hate girtin.
ŞAM