Fermandarê Siwar Reqqa û Endamê Meclîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Hamza destnîşan kir ku HSD peymana jiyana hevpar a gelên Sûriyeyê ye. Ebû Hamza li ser damezrandina HSD û rojeva Sûriyeyê, axivî. Hamza da xuyakirin, ku ji bo çeteyên weke DAIŞ û El Nûsra ji ser vê xakê biavêjin û vê axê azad bikin wan Hêzên Sûriyeya Demokratîk ava kirine û bawer in ku ev hêz wê Sûriyeyeke demokratîk ava bike û bibe hêviya gelan.

Hamza bal kişand ser planên hêzên navneteweyî yên li ser Sûriyeyê û got, “Di pêvajoyeke bi vî rengî ya plan li ser Sûriyeyê tên kirin de, yekane rêya çareseriyê ji bo gelên Sûriyeyê, vîna gelan û afirandina rêbazên çareseriyê ne. Derket holê ku ev yek bi destwerdana hêzên derve nabe. Ya ku niha vîna hemû gelên Sûriyeyê û Rojava nîşan dide Hêzên Sûriyeya Demokratîk in. Ev hêz, wê hêzên Sûriyeyê yên tê xwestin bên parçekirin li hev bicivîne, têkiliya biratiyê di nava wan de biafirîne, xaka Sûriyeyê ji hemû qirêjiyan paqij bike û pêşerojeke nû ya azad biafirîne.”


‘HSD dikare hesab ji çeteyan bipirse‘

Hamza da zanîn ku gelên Sûriyeyê hêvîdar in ku hêzên li dijî çeteyan şer dikin bi hev re tevbigerin û  gelên Sûriye û Rojava dixwazin demek ji ya din zûtir ji van çeteyan rizgar bibin. 

Hamza wiha pê de çû: “Ji ber ku ev çete li her cihê xwe gihandinê, zilm li hemû mirovên ji ol, ziman, çandên cuda kirin, komkujî kirin. Gel di wê baweriyê de ye, ku yekane hêza hesap ji van çeteyan bipirse HSD ye û avabûna vê yekîtiyê jî weke pêşeroja xwe ya azad dibîne.”


‘Pîvan tevlîbûna gel e‘

Fermandar Ebû Hamza bibîr xist, ku ji destpêkê ve ew bi Bûrkan El Firat re li hemberî çeteyan têdikoşin û gel gelekî pê razî ye ku xwe bi xwe bi rê ve dibe. 

Hamza bal kişand ser girîngiya xwerêveberiya demokratîk a li Girê Spî û destnîşan kir ku ev xwerêveberiya li Girê Spî û modela Rojava wê ji bo demokratîkbûyîna bibin mînak. Hamza got, “Eger em ê qala Sûriyeyeke demokratîk bikin, hingî divê pîvanê vê yekê tevlîbûna gel be. Sûriyeyeke ji nû ve bê avakirin, ancax bi tevlîbûneke xurt a gel, bibe xwedî sîstemeke rasteqîn a demokratîk. Rêveberiya li Girê Spî hatiye ragihandin, vîn û hêza vî gelî ye. E vê yekê ji bo tevahiya gelên Sûriyeyê pêşniyar dikin.”

Derbarê êrîşên siyasî û leşkerî yên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava de Hamza wiha axivî: “Tirkiyeyê li Sûriyeyê bi lîstikên gelekî nebaş lîst. Aliyekî şerê li Sûriyeyê, dewleta Tirk e. Desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyan, ji aliyê her kesî ve tê zanîn û dîtin. Serketina YPG’ê, dewleta Tirk têk bir. Ji ber ku me bi YPG’ê re yekîtiya hêzê ava kirin, niha me jî dixe lîsteya xwe ya ‘terorê’. Lê ji aliyê esasî ve dewleta Tirk destekê dide hêzên terorîst ên weke DAIŞ, El Nûsra û Ehrar Şam. Tirkiyeyê sînorên xwe li çeteyên DAIŞ’ê vekir û ji bo herêmên di bin kontrola me de ne bikevin destê DAIŞ‘ê, çi jê hat 


‘Terikandina xakê ne çareseri ye‘

Ji bo mirovên derketine derveyî Rojava û Sûriyeyê, bi taybetî ji bo ciwanan Hamza wiha got: “Derketina derve, terikandina xaka xwe çareserî nîne. Niha herêmên herî ewle, herêmên xweparastin lê heye ne. Yên dixwazin li cihên ewle bijîn, divê li bajarên xwe vegerin. Mirin jî hebe divê bi şeref û rûmet be.

Dewleta Tirk her roj li ser sînor mirovan qetil dike, li ser rêyên koçberiyê, li deryayê mirov jiyana xwe ji dest didin. Cihê ku mirov lê rehet û ewle ne, gund û bajarê mirovan e. Ji her alî ve derfetên jiyanê hene. Bila werin tevlî me bibin, di nava xweparastinê de cih bigirin û em bi hev re van çeteyan ji nava xwe biavêjin.”


‘Wê suprîzên me hebin‘

Hamza ragihand ku ew hêzên şoreşger in û her tim serketinê ji xwe re esas digirin. Hamza got: “Bêguman gelê me û cîhan ji bo dema pêş li hêviya agahiyên serketinê ne. Ji bo bersivê bidin vê bendewariyê, em di nava amadekariyan de ne. Bêguman wê surprîzên me hebin.”


‘Misogera jiyana hevpar e’

Fermandarê Siwar Reqqa û Endamê Meclîsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ebû Hamza destnîşan kir ku ev yekîtiya wan, pêşeroja hevpar a gelên Sûriyeyê ye û got, “Pêkhatina Sûriyeyeke demokratîk û Rojavayeke azad, wê mayînde bibe. Li dijî çeteyan HSD wê têkoşîna xwe bidomîne. Çeteyekî bi tenê li ku be, em ê ber bi wê derê ve biçin. Kî li pêşiya azadiyê asteng be, gelê me wê li hemberî wî têbikoş e, berxwedanê bilind bike.”

Hamza da xuyakirin ku ew dikarin Hêzên Sûriyeya Demokratîk weke “Peymanek ji bo jiyana azad û hevpar a gelên Sûriyeyê” pênase bikin û got, “Hêzên derve bi destê çeteyan hewl da gelên me parçe bikin, çandên me tine bikin û baweriyên me li hemberî hev bidin şerkirin. Lê êdî ev plan pûç bû.”


MEHMET NÛRÎ EKÎNCÎ/ANF/GIRÊ SPÎ