Li gel ku şer li Sûriye hê berdewam e, pêşeroja Suriyê li ser bingeha kîjan modêl û pîvanan be tê nîqaşkirin. Ev 4 sal in ku Rojavayê Kurdistanê bi êrîşên DAIŞ, dewleta Tirk û rejîma Esed re rûbirû ye. Her wiha bi amborgoya pir alî ya Hewlêr, Şam û Enqerê re jî dorpêç kiriye. Lê dîsa jî heza Rojava bi berxwedaneke heybet civaka xwe diparêzê û her roj gavên nû ji bo avakirina sîstemek demokratîk diavêje. Di herî dawî de bi teybet jî piştî civîna ku li Astanayê ya bi binketî xelas bû, pîvana Sûriyeke pêşerojê di Rojava, Bakurê Suriyê û Rûsyayê de tê niqaşkirin.
Hin ji wan bi pêşnûmeyeke destûra nû ya Sûriye ku rêvebiriya Rûsya di cîvana Astaneyê de pêşkeş kiriye dibêjin ”Destûra Paul Bremer” (Serbazê piştî li Iraq’ê Emerîkayê Sedam têk bir, di sala 2003’an de bû serokê demkî yê koalîsyona Iraqê) Ev pêşnûmeya Rûsyayê tevî ku hin xalên erênî tê de hene jî weke pêşnîyarî jî be, ne li gorî pêdivî û îradeya gelên Sûriyê ye. Ji bo azadî, edalet û demokrasiyê kesên têkoşîn nekirine vê destûrê mîna parçekirina axa Sûriyê dibînin. Her çawa Kurdan di 5 salên dawî de xeteke sêyemîn şopandin, di amadekariya destûreke demokratîk de jî heman rêbaz û xet bişopînin ku ne bi rejîm ne jî bi grûbên çekdar yên qaşo xwe weke mûxeleftê pênase dikin re ne.
Beşek mezin ji qaşo rewşenbîrên Ereb halên 22 dewletên ku bi darê zorê ji alî hêzên navnetewî sinorên wan hatin xêzkirin, nabînin. Siyaseta înkar û tinekirin a li ser civak û çandên cûda ya van 22 dewletan jî nabînin. Her wiha komkujiyên sedsala 20’an ên li ser gelên Rojhilata Navîn jî naxwazin weke rastiyeke bibînin. Li dijî van Kurdên ku nemaye cinewarê sedsala me DAIŞ’ê têk bibin bi parçe kirina axa Sûrî tewanbar dikin. Bi hêzên şovenîst û grûbên çekdar yên hov re ku li Astene bi alîkariya Erdogan jî tu tişt bi dest nexistin, ketine derdê yekîtiya axa Sûrî. Ev grûb hîn nikarin di bajarekî de bi hev bikin û ji xwe berî civîna Astana bi dawî bibe ketibûn qirika hev. Ji ber vê yekê jî biryara agirbestê pêknehat.
Hîna tiştek di destê wan de nîne. Lê gefan li Kurdan dixwin. Dema werin ser desthiladariyê wê çi bikin?
Li gorî rayedarên Rûsya wê destûra ku wan pêşniyar kiriye li civîna Cenevreyê li dawîya meha Sibatê werê niqaşkirin. Lê ji niha de yên xwe mûxalefeta Sûriye bi taybet yê girêdayî dewleta Tirkî ne vê destûrê ret dikin. Li gorî pêşnûmaya destûr ya kû Rûsiya pêşniyar dike, peyva Ereb ji navê dewleta Suriye û nasnameya olî ya dewletê tê rakirin. Hin mafên xwe rêvebirinê dide herêman û hebûna hêzên çedar di kêleka artêşa Sûriye de qebûl dike. Desthilatê serok komar kêm dike û dide herêman.
Lê li gorî destûra demorakratîk ku berê weke ‘hevpeymana civakî’ jî aliyê rêvebiriya demokratîk ya Fedralîya Bakurê Sûriye hatiye amadekirin, rêvebiriyeke herêmî li ser bingeha federalî dixwaze. Di daxwazê de gel xwe bi xwe bi rê ve dibin û ji aliyê siyasî, aborî, civakî ve ji bo gelan modela herî gûncaw e. Qaşo rewşenbîrên Ereb ku yek ji van şovênîstê Ebdulbarî Etwan e ku bi salane ji Londonê li hemberî Kurdan şovînîzma Ereban tevdide, dibêje gelo em ji Kurdan hez bikin an na.
Pergala netewe dewlet li Rojhilata Navîn her roj dirûxe. Bi destê gelên ku li azadiyê digerin ev pergal tê hilweşîn. Hemû bûyerên li pey hev diqewimin îspat dike ku tu dewletêk vê herêmê nikarê ji navendê gelan bi rêve bibe. Wê ne tenê Iraq û Sûrî wê Tirkî û heta Îran jî pê re werê. Sîstemên ne demokratîk ku li gorî pêdiviyên gelan û demokrasiyê tevnagerin wê bi hilweşînê re rû bi rû bimînin. Hêzên navnetewî ku çi qasî berjewendiyên wan di guhartina vê sistemê de heye di heman demê de pêdiviya gelên Rojhilata Navîn jî bi vê guhertinê heye.
Hemû pêşketinên çêdibin nîşan didin ku sedsala 20’an dubare nabe û ew wext ji xwe derbas bûye. Dem dema gelan û jinan e. Dema xweseriya demokratîk e. Dema xeta sêyemîn e ku xwedî nêrîn, proje, hêza parastin, paradîgmayeke demokratîk e. Dewlet-neteweyên Rojhilata Navîn bixwazin jî nikarin bi darê zorê, makîneyên leşkerî, bi medya û qaşo rewşenbîrên ku bi pere wîjdanên wan hatine kirîn rêya vê guhertinê bigirin.