Bi armanca avakirina yekem komîna taybet ya pêkhateyên Suriyan li Kantona Cizîrê, şêniyên taxa Wista ya bajarê Qamişlo, ku pêkhateyên wê Suriyan in, yekemîn komîna xwe avakirin. Civînek li buroya Partiya Yekîtiya Suriyan bi amadebûna Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz a Kantona Cizîrê Nezîre Gewriyê, Hevserokê Komîna Şehîd Maykil a taxa Kornîş Hena Somî û nûnerên komîteya têkiliyên Dîplomatîk ê TEV-DEM‘ê hate lidarxistin.
Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, piştre Hema Somî wateya sîsetema komînan ji beşdaran re vegot û da zanîn ku komîn bingeha sereke ya birêxistinkirina civakek ku hemû welatiya nêzî hev dike.
Mesîh jî komîn ava dikiirin
Somî di berdewamiya axaftina xwe de li ser dîroka komînan wiha got:” Li gorî lêkolînan pêxember Mesîh komîna yekem bi Hûriyan ku bi tecrûbeyên xwe yên xurt di hemû beşê civakê tên naskirin ava kir.” Somî destnîşan kir ku Mesîh ji vê gave dixwestin hemû enerjî û hêz bike xizmeta civakê de.
Endamê Komîteya Diplomatîk a TEV-DEM‘ê Yûsiv Kotê ji axivî û got ku pergala komînan dûrî partiyetî ye û weke ku hin alî wî dide nasîn û wiha dom kir:” Komîn xizmeta civakekê temsîl dike. Nimûna herî biçûk ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e û hemû kesan hembêz dike.”
Piştî axaftinan ji bo avakirina komînê û diyarkirina nûnerên wê deriyê namzetiyê hate vekirin. Di encamê de Aho Şemûn û Nora Hena ji bo hevserokatiya komîna Şehîd Artho hatin hilbijartin.
Komîna Şehîd Artho yekem komîn li taxa Wista hate avakirin , komîn dê bi Meclîsa Gel a taxa Kornîî ji bo xizmeta welatiyên komînê bibe hevkar heta ku meclîsa xwe ava bike.
Hêjaye bi bîrxistinê ku Şehîd Artho ango Tamir Derwîs endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryan di 23’ê Sibata 2015’an de li gundê Til Hirmiz a bajarê Til Temir di êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li ser gundên Til Temir jiyan xwe ji dest da.
ANHA/QAMIŞLO