Kurdistaniyên li Swedê, kampanyaya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdheja li Rojhilatê Kurdistanê, dewan dikin. 

Piştî erdhejê Roja Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê dabûn despêkirin û di qonaxa destpêkê de 150 hezar Euro ji bo mexdûrên erdhejê şandin.

Her du desteyên alîkariyê di rojên derbasbûyî de qonaxa duyemîn a alîkariyê dan destpêkirin. Bi rêya medyaya civakî bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku pereyê ji bo firavîna roja 24’ê Mijdarê ji bo mexdûrên erdhejê bibexşînin. Heta niha nêzîkî 350 kesan ragihand ku ew ê beşdarî kampanyayê bibin.

Serokê Roja Sor a Kurdistanê ya Swedê Şehmûz Akan diyar kir ku wan xebatên kampanyaya alîkariyê ji bo mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê xurt kirine û ragihand ku Kurdistanî û welatiyên Swêdê jî piştgiriyê didin kampanyaya alîkariyê.

Akan got; “Hilweşîn û êşa me mezin e. Ji bo alîkariya bi gelê me yê di erdhejê de ziyan lê bûyî, hemû Kurdên li Swêdê û dostên wan divê seferber bibin”.

Akan bal kişand ser alîkariya hinek şexs û komeleyan û got; “Em nizanin ka ev alîkarî digihîje cihê xwe yan ne. Ji ber vê sedemê, em dixwazin ku Kurdistanî û dostên wan hemû alîkariyên xwe teslîmî Roja Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanê bikin”.


STOCKHOLM