Dadgehê biryar da, di nava 15 rojan de Eroglû radestî Elmanyayê bike.

Eroglû yê li Swîsreyê weke penaberekî siyasî dijî û xwedî mafê mayînê ye, ji bo di ser Swêdê re biçe Başûrê Kurdistanê hatibû Stockholmê. Li ser biryara radestkirina wê ya Elmanyayê, li gorî çapemeniya Swêdê, Eroglu doza penaberiyê li Swêdê jî kiriye.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara nerazîbûneke tund nîşanî girtina Eroglû dan. Siyasetvanê Kurd Hasan Înce ji ANF'ê re axivî û got, Swêdê Eroglû girt, pê re Peymana Cenevreyê ya 1951'ê ya mafê penaberên li Swêdê ewle dike, binpê kiriye.

Înce bi bîr xist ku li dijî Eroglu ti delîla şênber a sûc nehatiye nîşandan û da zanîn ku hikûmeta Elman karê siyasetvanên Kurd krîmînalîze dike, hewl dide têkoşîna li hemberî pêkanînên antî demokratîk û komkujiyên dewleta Tirk asteng bike.

Înce işaret bi wê yekî kir ku siyasetvanên Kurd ji ber têkiliyên aboriyê yên Elmanya û dewleta Tirk tên girtin û got, "Biryara Swêdê ya ji bo radestkirina Eroglû ji Elmanyayê re, ne ya qebûlkirinê ye. Swîsreyê ew weke penaberê siyasî qebûl kiriye. Lewma nabe ku ji ber xebatên wî yên siyasî bê teslîmkirin. Ev yek binpêkirina qanûn û peymanên navneteweyî yên ji bo penaberên siyasî ye."

Li ser daxwaza hikûmeta Elman, Swêdê Înce bi xwe jî sala 1998'an radestî Elmanyayê kiribû û ew 5 mehan di girtîgehê de hatibû ragirtin. 


 STOCKHOLM