Çalakiya ku ji aliyê Samiyan û rêxistinên mafê mirovan û hawirdorê ya Swêdê dê pêk bê, di 19’ê Gulanê de li qada Sergel ya Stockholmê dest pê kir.
23 rêxistinan çalakî pêk anîn û li ser navê rêxistinan daxuyanyek hat dayîn û hata gotin ku bila vekirina kanên madenê yê nû yên li Laponya û Swêdê tên çêkirin bên rawestandin û stratejiya nû ya madenê jî demidlest bên betalkirin. Di daxuyaniyê de balkişandin ser komkujiya Somayê û got ew êşa gelê Somayê parave dikin û xwestin berpirsên komkujiyê bên cezakirin.
Piştî daxuyanyê berbi qada ku avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Swêdê lê ne meşiyan.

Serokê parlamentoya Samî Stefan Mîkaelsson got cîhaneke din pêkane û  daxwaz kir ku beriya hilbijartinên 25’ê Gulanê bila hikûmeta Swêdê peymana hejmar 169 a ÎLO ya Rêxistina Xebatê a Navnetewî îmze bike. Mîkaelsson got ku bûyera ku li Somayê  komkujiyeke û  got ew êşa gelê Somayê parve dikin û xwestin peyama wan ji bo gelê Somayê û karkerên madenê bê ragîhandin. 

STOCKHOLM