Di çarçoveya kar û xebatên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) de , saziyê kampaniyek ji bo amadekariya xwe ji sala bê ya xwendinê re bike da destpêkirin. Her wiha 50 mamosteyên zimanê Kurdî tevlî kampaniyê bûn û bi armanca perwerdekirina zimanê Kurdî wekî girûpan li tax û gundên navçeyê belav bûn. Mamosteya zimanê Kurdî Estirvan Haco derbarê girîngiya vê kampaniyê de axivî û got ku ew ê gerên li gund û taxên navçeyê ji bo welatiyan fêrî zimanê Kurdî bikin, organîze bikin. Estirvan di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku ew ê ji bo belavkirina zimanê Kurdî di nav civakê de dê civîn û semînêran jî li dar bixin. Estirvan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyan kir ku beşdarî perwerdeya zimanê Kurdî bibin û parastina çanda xwe bikin.”
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) a devera Koçeran a girêdayî bajarê Dêrikê ezmûnên zimanê Kurdî ji 40 xwendekaran re, çêkir. Di çarçoveya kar û xebatên SZK’ê de, saziyê ezmûnên zimanê Kurdî ji 40 xwendekarên asta yekemîn û duyemîn ên ku perwerdeya zimanê Kurdî 3 mehan stendine, çêkir. Her wiha ezmûn li gundên Şerek û Girasor ên girêdayî Koçeraan, hatin lidarxistin. Endamê SZK’ê Hamid Şawîş axivî û got ku ew di heman demê de kar ji bo amadekirina mamosteyên zimanê Kurdî didin meşandin û cihên vala yên li gundan dagirin.
EFRÎN / KOÇERAN