Navenda Reşîdê Kurd a Zimanê Kurdî bawernameyên zimanê Kurdî bi merasîmeke taybet li şagirtan belav kir. Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir,piştre Endama Rêveber a SZK’ê ya Amûdê Zekiya Osman derbarê rola xwendekaran di parastina zimanê zikmakî de axivî. Osman ji xwendekaran xwest ji bo ku karibin parastina zimanê xwe bikin xwendina zimanê xwe bidomînin û pêş bixin. Merasîm bi belavkirina şêraniyê li mêvan û xwendekaran bi dawî bû.
AMÛDÊ