Konferans bi diruşma ‘‘Asta pêşxistina ziman asta pêşxistina jiyanê ye’’ roja 15`ê Tebaxê bi tevlîbûna 700 delegeyên endamên SZK’ê û mamosteyên zimanê kurdî hate pêkanîn.

Di Konferansê de  endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Bedran Çiya axaftina vekirinê kir û li ser girîngiya ziman rawestiya. Di konferansê de her wiha li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a derbarê zimanê kurdî de hate guhdarîkirinû perspektîfên SZK’ê yên derbarê xebatên zimanê kurdî de hatin xwendin.
Piştî kurapora xebatên SZK’ê yên salekê hate xwendin û nirxandin, beşdarên konêferansê derbarê mijarên mîna pergala rêxistinî ya SZK’ê, perwerdeya endaman, rêzikname û bernameya saziyê nirxandinên girîng kirin. Di encama nirxandinan de komîteyên têkildar hatin avakirin. Di konferansê de, Jibo rêvebirina karûbrên saziyê, desteya rêvebiriyê ya ji 43 kesan pêk tê hate hilbijartin.
Konferans bi axaftina endama Yekîtiya Star Erşem Kurdman bidawî bû. 

EFRÎN