Tabeleya Şaredariya Sûrê ya bi 4 zimanan ên Tirkî, Kurdî, Ermenkî û Suryankî hatibû nivîsandin bi fermana qeyûm Bîlal Ozkan ve ji cihê xwe hat rakirin. Li şûna tabeleya ku hat rakirin, ya hatiye daliqandin nivîsên Ermenkî û Suryankî hatine rakirin û li şûna wan ala Tirk li tabelayê hatiye bicihkirin. 

Di 2012’an de li Şaredariya Sûrê di çarçoveya “Şaredariya Pirzimanê” de jibilî Tirkî û Îngilizî, bi zimanên Kurdî, Ermenkî, Erebî û Suryankî jî xizmet bê dayîn biryar hatibû girtin û tabelaya bi Kurdî, Tirkî, Ermenkî û Suryankî li ser avahiya şaredariyê hatibû daliqandin. 
Dîsa li navçeya Sûrê di çarçoveya biryara ku Meclîsa Şaredariya Sûrê girtiye de li gelek deveran bi Tirkî, Kurdî, Erebî, Suryankî, Ermenkî tabela hatibûn daliqandin. 



Karkeran ji kar derdixe

Li aliyê din Qayûm Ozkan berê jî 4 alîkarên şaredar bi temamê 16 memûrên bi kadro derveyî qada wan a xizmetê 67 karkerên endamên DÎSK’ê ne ji kar derxistibû. Ji 120 karkerên bi peyman dixebitin re jî hatiye gotin ku dê peymanên wan neyê nûkirin. Piştî karkerên ji kar hatin derxistin li şûna wan ji ÎŞ-KUR’ê 120 girtibûn şaredariyê. 



Odeya bi zirx çêkir

Qeyûm Ozkan ê ku bi cama ku gule derbas neke li odeya xwe kiribû hate rojevê ev tedbîr bes nedît û hate hînbûn ku hemû ode bi diwarên zirxî çêkiriye. Ozkan asansor jî bi sîstema kartê nû kir, li qata ku odeya xwe lê ye camên ku bi sistema kartê vedibe bi cih kir. Avahiya xizmetê ya bi bariyeran di bin dorpêçê de ye  tîmên taybet 24 saetan li hundir û derveyî avahiyê nobetê digirin. 


AMED