Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Li gundê Şoniya yê Dirbêsiyê bi merasîmeke leşkerî avakirina Tabûra Şehîd Malik ragihand û navenda tabûrê vekir. Di merasîma vekirinê de ku li pêşiya navenda tabûrê hate lidar xistin fermandarê YPG'ê Reşîd Cûdî axivî. Cûdî diyar kir ku YPG'ê hêza netewî ya parastina Rojavayê Kurdistanê ye û soz da ku ew ê liser rêya şehîdan ji bo parastina deskeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê têkoşînê dewam bikin.
Li ser navê malbata Şehîd Malik, Hekem Xelo jî axivî û ji ber ku li gundê wan navenda tabûra Şehîd Malik avakirine sipasiya YPG'ê kir .
Navenda Tabûrê ku bi wêneyên Şehîdên şoreşa azadiyê hatibû xemilandin ji aliyê malbata Şehîd Malik ve hate vekirin.
DIRBÊSIYÊ