Endamê desteya serokatiyê ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed ji me re  got, hemleya rizgarkirina Reqayê li ser hin hîmên bingehîn dest pê kir û yek ji wan jî rizgarkirina welatiyan ji zordariya çeteyan bû. Hesen Mihemed got, gelek dewletan hewl da hemleyê asteng bikin da ku zordariya çeteyan li ser xelkê herêmê dewam bike.

Girîngiya Reqayê ji bo hêzên li Sûrî çi ye?

Reqa xwediyê girîngiyeke mezin e, ne tenê ji bo Sûriyeyê, lê belê ji bo hemû dewletan. Reqa bûbû navenda terorê û metirsiya wê li ser hemû dewletên cihanê hebû. Reqa bûbû mêjiyê terorê, heger mêjî neyê kontrolkirin dê laş jî neyê kontrolkirin.

Der barê mijara rizgarkirina Reqayê de, di navbera dewletên cihanî û yên herêmî de gelek gotûbêj çêbûn. Her hêzekê dixwest di rakirina vê metirsiyê de bi rolekê rabe, ji ber ku serketina li Reqayê dê bibe serketineke dîrokî li dijî terorê, ev jî tiştekî bi wate ye.

Li ser erdê hêza ku rola sereke girt ser xwe, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bû, ji ber ku vê hêzê di pêvajoya rizgarkirina Kobanê de, diyar kir ku tenê ew hêz dikare rê li pêşiya firehbûna DAIŞ`ê bigire. Piştî rizgarkirina Kobanê QSD`ê herêmên derdora Reqayê yên mîna bendava Tişrîn, Minbic û paşê jî Tebqa û gundewarên rojava û bakurê Reqayê rizgar kirin. Lewma hemû nihêrîn êdî ber bi vê hêzê ve diçûn ku tenê ew dikare Reqayê rizgar bike.

Rizgarkirina Reqayê ji bo her kesî cihê serbilindiyê bû, pêwîst e hemû hêzên ku beşdarî rizgarkirinê nebûn jî, rejîm jî û hêzên herêmî jî, bi wê yekê serbilind bin ku QSD`ê Reqa ji metirsiyên mezin rizgar kir.

Di pêvajoya hemleyê de di navê de Tirkiye jî  gelek hêzan dest werda. Gelo armancên van hêzan çi bûn?

Di rastiyê de armancên Tirkiyeyê rizgarnekirina Reqayê bû, lê wan tenê di aliyê propaganda û di medyayê de dixwest bibêjin, ew dewleteke bi artêş in û amade ne û hin hêzên herêmî jî li Tirkiyeyê hene dê karibin bikevin Reqayê. Lê cihan hemû, bi rastiya Tirkiyeyê dizane, dizane ku Tirkiye ew dewlet e ku têkiliyên wê bi DAIŞ`ê re hene. Dema ku DAIŞ`ê herêmên li ser sînorê Tirkiyeyê dagir dikirin, hemû deriyên sînor ji bo wan vekirî bûn. Hemû dewletan dizanî ku Tirkiyeyê DAIŞ çêkiriye, her wiha Tirkiyeyê her tim dewletên cihanê bi DAIŞ`ê tehdît dikirin. Piştî gefeke Erdogan çalakiyên terorê li Parîsê dest pê kirin.

Tirkiyeyê dixwest destwerdana hemleya rizgarkirina Reqayê bike, ji ber dît çawa hemû cîhan dibêje dê QSD karibe Reqayê rizgar kike. Bi rastî jî wilo bû, bi tenê QSD`ê karîbû Reqa rizgar bike.

Tirkiyeyê hin armancên xwe yên din hene, dixwaze herêman bixe bin desthilatdariya xwe û sînorên Împaratoriya Osmanî ya nû fireh bike.

Hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê li ser kîjan hîm û bingehan dest pê kir?

Hemleya rizgarkirina Reqayê li ser gelek hîman dest pê kir, ya herî girîng jî rizgarkirina welatiyên bajêr ji zilma 4 salan bû, lewma QSD`ê  pilansaziya rizgarkirina Reqayê amade kir û Hêzên Koalîsyonê jî destek dan QSD`ê. Destpêkê gundewarên derdora bajêr rizgar kirin û dor li bajêr girtin. Paşê jî bajar rizgar kirin. Bi saya fedakarî û xwîna şehîdan, bajarê Reqayê ji navendeke terorê veguherî navenda azadiyê.

Piştî ku salek di ser rizgarkirinê re bihurî, di hêla siyasî de Reqa ber bi ku ve diçe?

Em ketin pêvajoyeke nû; ya siyasî. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê şikestin, niha ew tenê li Dêra Zorê mane, li wir jî hêzên QSD`ê hemleyê dewam dikin ta ku tevahiya gundewarên Dêrê ji çeteyan rizgar bikin.

Piştî DAIŞ hate tinekirin dê pêvajoya siyasî dest pê bike, lewma niha hemû hewldanên Meclisa Sûriya Demokratîk li derdora çawaniya tevlîbûna vê pêvajoyê bi pêş dikevin. Ev pêvajo jî dê bi pirranî pêvajoya hevdîtin, gotûbêj û nakokiyên siyasî be.

Reqa jî niha ber bi xwebirêvebirinê ve diçe, dê bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re, serketinên eskerî bi serketinên siyasî tacîdar bike. Reqa dike bibe navenda sereke ya dîplomasiyê û bandora xwe li tevahiya Rojhilata Navîn bike û hemû hêzên opozîsyona siyasî bîne ba xwe.

Em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku ji bo parastina destketiyên bi xwîna welatiyên herêmê pêk hatine, hevkar û alîkar bin.

 

ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN