Baroya Amedê, bi minasebeta 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran, ji bo bîranina Serokê Baroya Amedê yê li Sûrê di 28’ê Mijdara 2015’an de ji aliyê polîsan ve hat kuştin li Şanoya Bajar a Amedê ya li Galeria pêşengeha wêneyan vekir. Di pêşengeha wêneyan de wêneyên Elçî yên di nava xebatên parastina mafên mirovan de hatin pêşandan. Di vekirina pêşengehê de serokê Baroya Amedê yê niha Ahmet Ozmen, rêveberên Baroyê û gelek parêzerên din amade bûn. Pêşengeh dê heta înê vekirî bimîne. 


 AMED