
Kongreya damezrandina Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdî li Ewrûpayê (TAJÊ-Ewrûpa), bi beşdariya gelek delege û mêvanan pêr li bajarê Emmerîch ê Elmanyayê hate lidarxistin.
Kongre bi dirûşma “Bi jina azad, ber bi Şengal a azad û demokratîk ve” pêk hat û diyarî Şehîdên Şengalê û Qereçoxê hate kirin.
Di kongreyê de li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê, Yildiz Aktaş axivî û bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengal û Qereçoxê ku wek destpêka pêvajoyeke nû bi nav kir. Aktaş diyar kir, di dîroka Kurdistanê her tim du xet li beramberî hev meşiyan û got, “Ev xet, xeta berxwedanê û xeta dîrokê ye. Mîna her carê, wê vê carê jî xiyanet bi ser nekeve.”
Di kongreyê de xeta PDK’ê bi tundî hate rexnekirin û hat gotin, “Em Kurd in, em koka Kurdîtî û Kurdistanê ne. Lewma weke jinên Êzîdî, em ê bi felsefeya Rêber Apo lez bidin rêxistinbûna xwe û xwedî li mîrateya Meyrem Xan û Zarîfeyan heta Bêrîvan û Nûjiyanan derkevin.”
Rêya rizgariya ji dinebûnê rêxistinbûyîn e
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî peyamek bi dîmen ji kongreyê re şand û destnîşan kir, ku rejîma faşîst a Tirk bi konsepteke berfireh hewl dide civaka Êzîdî tine bike. Di vê çarçoveyê de Avesta işaret bi girîngiya rêxistinbûna jinên Êzîdî, bi taybetî yên li Ewrûpayê kir.
Piştre dîwana kongreyê hate hilbijartin û bi dorê peyama Yekîneyên Jinên Şengalê (YŞJ) û rapora xebatê ya salekê hatin xwendin.
Delegeyên kongreyê kêmasiyên xwe nirxandin û ji bo serdana penaberên Êzîdî yên li Ewrûpayê bê kirin û alîkarî ji wan re bê dayîn, biryar hat dayîn komîteyek were avakirin.
Di nîqaşan de her wiha bal hate kişandin ser lawaziya meclîsên heta niha dixebitîn û hat destnîşankirin, ku bi avabûna TAJÊ Ewrûpayê re wê demildest li ser van kêmasiyan bê rawestîn.
Rêveberî hate hilbijartin
Di dawiya kongreyê de Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdî li Ewrûpayê (TAJÊ-Ewrûpa) hate ragihandin û 52 jinên ji welatên cuda yên Ewrûpayê ji bo rêveberiyê hatin hilbijartin.
Kongre bi qîrîna dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Şengalê”, “Bimire xiyanet” û “Bijî Êzîdxan” qediya.
Di civîna destpêkê ya piştî kongreyê de wê rêveberî, berdevkên rêveberiyê û plansaziyê bên eşkerekirin.
ANF/EMMERICH