Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Doga Jiyan yekemîn jin a ku çalakiya tolhildanê ya fedaî pêk aniye û wiha hate berdewam kirin: “Ji ber qetilkirina dayik, pitik û keçên ciwan ên kurd, ji ber teşhîrkirina bedena jinê û ji ber barbariya şewitandina mirovan, li hemberî dijmin bû xwedî hêrseke mezin û mîna bi sedan hevrêyên me ji bo pêkanîna çalakiyê gelekî israr kir.“
‘Keleha faşîzmê hedef girt’
Di daxuyaniya TAK’ê de sedema lidarxistina çalakiya li paytexta Tirkiyeyê Enqerê jî wiha hate rawe kirin: „Vê tîma me, ji bo hesabê Cizîrê di xeta şoreşger a radîkal de ji hikûmeta AKP’ê ya qirkirinê bipirse, li keleha faşîzm û barbariyê li Enqereyê hêzên dewletê hedef girtiye. Lê belê, ji ber mudaxleya polîsan a di dema vê çalakiyê de, sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê, em ji ber windahiya sivîlên ti eleqeya xwe û berpirsyariya xwe bi şerê qirêj re nîne, xemgîn in. Lê belê mîna di çalakiya hevrêyê me Zinar RAPERÎN de hat kirin, polîs û leşkerên di vê çalakiyê de jî hatin kuştin, hatin veşartin. Dewletê mirina sivîlan derxist pêş. Me tespît kirin ku di vê çalakiya me de gelek polîs hatine kuştin. Di çalakiyên me de, weke encameke çarenîn, sivîl jiyana xwe ji dest didin. Lewma berpirsyarê van mirinan rejîma faşîst a AKP’ê ye.“
‘Tevkujî sedema tolhildanê ne’
Di daxuyaniyê de tevkujî û hovîtiya çeteyên AKP’ê ya li wargehên Bakûrê Kurdistanê jî hate bibîrxist û çalakiya şervana wan pêk aniye mîna bersivdayina vê hovîtiyê hate pênasekirin: “Bi tenê li Cizîrê zêdeyî 300 mirovên me yên sivîl hedef hatin girtin, bi hovane hatin qetilkirin, cenazeyên wan hatin şewitandin û cenaze nehatin dayîn, fêm bike. Ev wehşet bi tena serê xwe ji bo me Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê sedema hilanîna tolê ye.“
‘Bi sedan fedaiyên me hene’
TAK’ê di daxuyaniya xwe de hikûmeta AKP’ê hişyar kir û ragihand ku wê kirinên li dij gel bê bersiv neyên hiştin: “Divê neyê ji bîrkirin; Ji bo hesabê sivîl û mirovên me yên sivîl ên li Cizîrê û gelek deverên din hatin qetilkirin, hatin teşhîrkirin bê pirsîn, bi sedan fedaiyên me hene ku bi biryar in di her şert û mercî de hesab bipirsin. Li devera ku mejî û rêveberên şerê qirêj xwe lê ewle dibînin, em ê li wan bidin. Çalakiyên me wê dewam bikin. . Heta ku TC dawî li komkujî û dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê bîne, têkoşîna me wê bi xwestek, biryardarî û bi sirar bidome. Her êrîşeke dijmin a li hemberî Serok Apo û gelê Kurd, wê qat bi qat bersiva xwe bibîne.“
NAVENDA NÛÇEYAN