TAK’ê, bi rêya malpera xwe ya înternetê ragihand, çalakiya 5’ê Çileyê ya li Îzmîrê li dijî hêzên Tirk hat kirin, ji aliyê tîma wan a ‘Tîma Tolhildanê ya Şehîd Çekdar’ ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya Teyrê Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) de hat gotin, “Çalakiya bi lehengî ya li ber Edliyeya Îzmîrê, ku di 5’ê Çileya 2017’an de hat lidarxistin, em weke Teyrê Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) li xwe digirin. Çalakî ji aliyê tîma me ya Tolhildanê ya Şehîd Çekdar ve hatiye kirin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, di çalakiyê de 2 milîtanên TAK’ê jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniya TAK’ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye: “Ji ber ku li ‘yek ji bajarên aram, ewle, tûrîzm û bazirganiyê’ li Îzmîrê jî derb xwar, mêtîngeriya TC û rêveberiya AKP’ê ya faşîst ku li pêşberî çalakiyên me li ber şikestinê ne, bi rêya şerê taybet ê psîkolojîk hewl dide birînên bi çalakiyên me vebûne, binixumînin. Lê ev hewldanên wan bêkêr in. Divê êdî raya giştî û gelê me zanibe, sîstema faşîst a li erdê rast bûye û medyaya wê, hewl didin derba giran, bi dehan miriyên xwe û travmaya dijî veşêrin.

Hevrêyên me Zerdeşt û Pîrdogan, ku rastiya qirkirinê ya li Kurdistanê hêrseke gelekî mezin xist dilê wan, ji bo derba têkbirinê li dijminê mêtînger ê faşîst bixin qet teredût nekirin, bi cesareteke mezin bi ser dijmin ve çûn, piştî ku wesayîta bombebarkirî teqandin, bi lehengî heta dawiyê şer kirin û şehîd bûn.“ 


Nasnameya milîtanan

Nasnameyên milîtanên TAK’ê yên jiyana xwe ji dest dane:

Nasnav:Zerdeşt Rustem Erdal


Nav paşnav: Mûstafa Çoban


Dem û cihê ji dayikbûnê: 10.04.1987 / Mereş - Elbîstan


Dayik: Medîne

Bav: Alî


Dem û cihê şehadetê: 5’ê Çile 2017 / Îzmîr



Nasnav: Pîrdogan Ararat
 Enes Yildirim


Dem û cihê ji dayikbûnê: 08.09.1991 / Agirî - Patnos


Dayik: Naîde


Bav: Şefket


Dem û cihê şehadetê: 5’ê Çileya 2017 / Îzmîr                 


 NAVENDA NÛÇEYAN