Pir balkêş e ku ev xeleta di dema ku desthilatiya Erdogan zêdetirê 100 rojnamevan û bi hezaran siyasetmedarên Kurd avêtiye girtîgehan û ji bêdengkirina muxalîfan her tiştê dike de, ev xelat didin Erdogan.
Hate diyarkirin ku ji ber Erdogan ‘Hewl daye demokrasiyê bîne welatê xwe’ hêjayê xelata Steigerê hatiye dîtin!
Xelata Steiger sembola “berpirsyartî, dirustî, aşkereyî û xweşbîniyê” ye, lê nehate niha bi awayeke aşkere nayê zanîn çima ev xelat dide Erdoganê ji ber binpêkirinên mafê mirovan û komkujiyan tê rexnekirin. Xelata Steiger ji sala 2005 ve li bajarê Bochumê ji bo kesên di warê Hawirdor, Xêr, Mûzîk, Ewropa, Film, Huner, Spor, Xweşbînî, Çapemenî û Serkeftinê de li pêş in tê dayîn.
Ji sala 2008 ve Edmund Stoiber, Romano Prodi, Aleksander Kwasniewski, Boris Tadić û José Manuel Barroso hêjayê vê gotinê hatin dîtin. Roja 17’ê adarê li Jahrunderthalleya Bochumê dê merasim bê lidarxistin û dê Serokwezîrê berê yê Almanyayê G. Schröder li ser navê Erdogan biaxive û xelat bide.
Qralîçeya Swêdê Silvia ji ber xebatên xêrxwaziyê yên ji bo zarokên li 15 welatan kiriye, hêjayê xelata “Xêrê” hate dîtin, Serokkomarê Almanyayê Horst Kohler ‘xelata Xweşbînî’, Lou Reed 'mûzîk’ û, Hannes Jaenicke jî di warê “hawirdor” de xelat werdigire. Lê tê diyarkirin ku ji ber ku rastiyên Tirkiyeyê û xelatdayîna Erdogan li hev nayê, dibe ev yek were protestokirin û ji niha ve li Almanyayê gotûbêja “Çima ev xelat didin Erdogan” dest pê kir.
Ji FDP'ê nerazîbûn: Erdogan ne hêja ye
Piştî hate bihîstin ku dê vê xelatê bidin Erdogan, nerazîbûna pêşî ji Partiya Azad û Demokrat a Almayayê FDP’ê hat. Alîkarê Serokê Rêxistina FDP’ê ya Bochumê Felix Haltt daxuyaniyek da û gumanên xwe yên li ser “hewldanên Erdogan” anî ziman û destnîşan kir ku ew ji hewldanên Erdogan ên ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bi fikar in.
Pirsgirêka Kurd berdewam dike
Heltt destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên weke pirsgirêka Kurd û azadiya çapemeniyê bênavberberdewam dikin û diyar kir ku Erdogan piştî hevdîtinên bi awayeke veşarî bi PKK’ê re pêk nehatin, ji bo çareseriyekê tu hewldan nekiriye.Heltt bal kişand ser daxuyaniya Rêxistina Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê (REHE) û got; “Gelek rojnamevan hatine giritn, li gel vê jî çapemenî tê sansurkirin. Gelo dema mirov li vana binêre, mirov dikare bibêje Erdogan ji bo demokrasiyê hewl dide?”
DEVRÎŞ ÇÎMEN - ANF/BOCHUM