Talan û dizî karê wan e!
AKP a ku dest danî ser Şaredariya Colemêrgê ya DBP’yî, bajar kir mîna xirbeyekî û şaredarî jî xist bin deynê ji 300 milyon lîreyî.
Dagirkeriya AKP’ê ya li Colemêrgê ku bi ti awayî xizmetê nake, pereyê gel didize. AKP’ê 300 milyon lîre dan nokerên xwe.
Şaredariya Colemêrgê ku bi rêjeya 90 ji sedî yê dengê gelê Colemêrgê radestî DBP’ê hate kirin, ji aliyê AKP’ê ve hatibû dagirkirin. Şaredariya Colemêrgê dema di destê DBP’ê de bû, tevî budceya xwe ya kêm jî rê û kolanên nava bajêr çêkirin û li gelek taxan park ava kirin. Hikûmeta AKP’ê xwe li xizmeta şaredariya DBP’yî ranegirt.
Ji tirsa şaredarî kirin qerekol
Avahiya Şaredariyê di dema DBP’ê de mîna mala duyemîn a gelê Colemêrgê bû ku gel bi hêsanî diçû serdanê û pirsgirêkên xwe ji kedkarên şaredariyê re digotin. Rejîma AKP’ê ku 6’ê Îlona 2016’an şaredariyê dagir kir, bi wesayitên zirxî yên eskerî û polîsan dor li avahiya şaredariyê girt û mîna qereqolê lê kir. Dagirkeriya AKP’ê ev sal û nîvek e ku bajar kiriye mîna xirbeyekî û ji ber kortik û heriyê mirov nikarin li nav bigerin. Berdêla vê xizmeta kortik û heriyê ya AKP’ê jî 300 milyon TL ye. AKP ya ku şaredariya gel dizî, 300 milyon lîre jî pêşkêşî nokerên xwe kirin
Ew ê bicehimin herin
Welatiyên Colemêrgê dibêjin, “Hevşaredarên me ku bi îradeya me hatin hilbijartin, hatin girtin. Ev yek tê wateya girtina 90 ji sedî yê welatiyên Colemêrgê. Em ne AKP’ê, ne jî qeyûm dixwazin. Hem îradeya me, şaredariya me dizîn, hem jî pereyên me di nava xwe de payê kirin. Haya me ji vê yekê heye. Roja destpêkê ya hesabpirsînê 24’ê Hezîranê ye. Colemêrg wê 24’ê Hezîranê ji AKP’ê paqij bibe. Di hilbijartina herêmî ya pêş de em ê şaredariya xwe ji wan bistînin. Gelê Colemêrgê mayinde ye, li vir e. Lê ew ê biçin.” n ANF/COLEMÊRG