Derhêner Cabbar Alp, geşedanên qedexeya derketina derve a li Sûrê rûdan bi navê “Anons” kir fîlm. Alp diyar kir ku armanca wan dengê anonsên li Kurdistanê ragihînin hemû cîhanê ye. 
Fîlm bi xebateke kolektîf hatiye çêkirin û tê de xebatkarên NÇM û Teatra Jiyana Nû dilîzin. Alp der barê çêkirina pêvajo û naveroka fîlm axivî.

Alp got: “Dema dewlet êrîş bike, qedexeyê ragihîne ewil anonsê dike. Heta dema anons tên kirin ji bo mirovên li wir tê maneya ku dê tiştek xerab dest pê bike. Ji ber vê me navê ‘anons’ hilbijart. Di destpêka fîlm de hedefek me hevpar hebû. Armanca me jî ew e ku em dengê anonsên li Kurdistanê ragihînin her devera cîhanê.”
Alp diyar kir ku naveroka fîlm li ser qedexeya Sûrê ye û wan fîlm jî bi wê derûniyê kişandine. Alp got, di dema kişandina fîlm de her tim şika ku dê polîs bi ser wan de bigirin û dest deynîn ser amûrê wan li wan peyda bûye. Alp anî ziman ku wan fîlm jî bi kelecana wan kêliyên li Sûrê xwe dan der kişandine û hemû ekîba wan bi wê hestê tevgeriyaye. Alp da zanîn ku wan xwestiye fîlm li Sûrê bikişînin û got: “Li her kolanên Sûrê qereqol hatine avakirin. Me nexwest ew tiştên qewimîne li ber çavê gelê Sûrê carek din zindî bikin. Me ev tişt samîmî nedît. Ji ber wê me li cihekî din kişand. Hevalên lîstikvan ratsî û heqîqetê lîstin. Ya rast lîstikvan ne lîstin, ew kêlî hîs kirin.” 
 Alp behsa zehmetiyên kişandina fîlm kir û wiha domand: “Di kişandina beşa 4’emîn a fîlm de polîsan li me temaşe kir. Me li Tepebaşiyê li nav kolanê dikişand. Polîsan dema ciwanên rûpoş dîtin li me temaşe kirin. Ez jî hinekî dilnerehet bûm. Me li hundirê dikanekê fîlm dikişand, polîs bi xwediyê dikanê re axivîn. Der barê wê beşa fîlm de ji xwediyê dikanê agahî kom kirin. Ewil wan fêm nekir me jî ecele tiştê xwe kom kirin û em ji wir çûn. Kişandina herî bi lez ew beş bû û ew beş jî kêm ma.” 


 DÎHABER