Li ser taloqkirina Kongreya Neteweyî ya Kurd delagasyênên Komîteya Amadekar diyar kirin ku li gorî modelê û perçeyên Kurdistanê hêj nîqaşên wan berdewam dike. Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd pêr bi daxuyaniyek nivîskî şakera kir ku dîroka li dar xistina kongreyê heta 25'ê mijdarê hatiye taloqkirin. Di daxuyaniyê de hinceta taloqkirinê wekî hilbijartinê ku dê di 21'ê îlonê de hilbijartinên parlamentoya Herema Federal a Başûrê Kurdistanê hat nîşandan.

Yek ji endamê komiteyê, nûnerê KDP'ê Dr. Kemal Kerkukî jî nuçûyên di derbarê wîde derketibû derewand û hinçeta taloqkirina kongrê de wiha got: "Dîroka kongrê û hilbijartinê hevdu digirt. Li Başûr hemû giranî dikevi ser hilbijartina, ji ber vê yekê jî kongre taloqî 25'ê mijdarê hat kirin."
Emdama Komîteya Amedekar Ronahî Serhat diyar kir ku pêşniyara paşvexistina kongreyê ji hêla partiyên li Herêma Federal a Kurdistanê hatiye û wiha axivî: "Divê paşvexistina kongreyê di gel de fikara 'dê kongre bine an nebe' dernexe holê. Em ji gelê Kurd hêvî dikin ku gel paşvexistina kongreyê bi xweşdîtînî pêşwazî bikin."
Serhat der barê belakirina delegeyan ya li perçeyan de jî agahî da û ev tişt got: "Dê li gorî nifûsa parçeyan û bandora wê ya siyasî belakirin bê çêkirin. Dê li vir hem rewşa domografîk û hem jî bandora wêya siyasî li ber çacan bê girtin. Ji ber wê mînak li rojavayê Kurdistanê piştgiriyeke 3 milyonî heye divê em tenê vê li ber çavan bigirin. Ji ber ku divê kongre der barê Rojava de hewlestekî bide nîşan. Dê ev hemû li ber çavan bên girtin û li gorî wê belakirinek bê çêkirin."

Sîstema hevserokatiyê

Mijareke ku herî zêde di Kongreya Neteweyî a Kurd de tê nîqaşkirin jî bêguman dê modela kongreyê çawa be û dê serokê wê kê be. Serhat destnîşan kir ku di vê der barê de hêj nîqaş berdewam dikin, modela ku ew lê digerin krîterên wê bi van gotinan vegot: "Divê em modeleke wisa ava bikin ku hêj zêdetir dekoratîk, hemû parçe ji vê rihet bin, hemû partiyên siyasî kêfxweş bin, ciwan-jin pê kêfxweş bin. Ji ber ku ev dê li ser navê Kurdan be. Koalîsyona partiyên siyasî nîne. Ji ber wê em gelekî girîngiyê didin kemokrasî û tetmsîlyeta jinê. Em wekî KCK helwesta me diyar e. Em wekheviya jin, civak, jin mêr gelekî girîng dibînin. Şoreşa me li ser vê esasî mezin bû. bêguman ev model hêj yek ne diyar e. Dê sekreterya be, hevserokatî be, konseya reveber be, meclis be? Hemû hêj wekî pêşniyar tên niqaşkirin. Em wekî KCK û KJB rêveberiya kongreyê sistema hevserokatiyê pêşniyar dikin. Lê wekî me gotî ev hêj tên niqaşkirin."

Belavkirina delegeyan
Berdevkê Rêxistina Îslamî yê Komîteya Amadekar Halîl Îbrahîm jî der barê amadekariyên kongreyê de nêrînên xwe parvekirin. Îbrahîm da zanîn ku belavkirina delegeyan ya li gorî herêman gelekî girîng e û ev tişt got: "Hin tişt tên gotin. Hin kes daxwazên wan hene ku divê li gorî nifûsa perçeyan belavkirin bên çêkirin. Bêguman parçeyekî 20 milyon û parçeyekî 2-3 milyon wekî hev fikirîn nabe. Ev pêşniyareke maqûl e. Lê perçeyekî wekî başûrê Kurdistanê di bandora wêye aborî, siyasî û aborî gelekî girîng e. Divê ev pîvan jî li ber çavan bên girtin. Ji hêla din ve rojavayê Kurdistanê heye. Li wir derfetên dîrokî hene. Li wir Kurd di nava şoreşekî, şerekî de ne. Ew jî mijareke girîng e. Divê em vê jî li ber çavan bigirin. Divê di dema belavkirina delegeyan de ev her sê hisûs li ber çavan bên girtin. Lê li Rojhilat hêş tuşte tune, lê bekî heta deh rojan tiştek bibe. Ne diyar e. Ji ber wê divê her tişt li ber çavan bên girtin.""

Modela herî girîng
Îbrahîn diyar kir ku di navbera 21 kesên ku di Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî a Kurd de cih digirin, der barê modela kongreyê de heta niha nîqaşek nehatiye kirin û wiha axivî: "Birayên meyên bakurê Kurdistanê sîstema hevserokatiyê pêşniyar dikijn. Em dibêjin bila serokek û çend alîkarên wî hebin. Di nava me de pêşniyarên serokatiya konseyê hene. Dê li ser van nîqaş bên kirin. Dê kijan bibe em dê lê binhêrin. Lê heke serok dibe, hevserok dibe divê dem demî bên gorehrtin. Divê di tuzuxa xwe ya navxweyî de dê çawa bê guhertin bê destnîşankirin. Her yek divê herî zêde du sal be. Du salan zêdetir serokatî kirin nabe." 

DÎHA/HEWLÊR