Çalakgerên Tamîlî yên ku bi doza edaletê ji bo gelê xwe ji Londonê heta bi Cenevreyê bisîklêtan diajon, berê xwe dan cihê çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo Ocalan û destek dan çalakiyê.

Sala 2009’an bi desteka gelek welatan komkujiyek gelek mezin bi serê gelê Tamîlê de hat anîn. Çalakiya bisîkletê ya ji Londonê heta Cenevreyê ya endamên Tamîlan didome li dijî vê qirrkirinê û bi doza edaletê dewam dike. Çalakgeran liser rêya xwe li Strasbourgê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir.

Sala 2009’an artêşa Srî Lankayê bi desteka Hindistan û welatên din ên li herêmê, Pilingên Rizgariya Elam Tamîl (LTTE) di warê eskerî de bi bin xist û bi hezaran sivîl jî qetil kirin. Di nava 9 salên derbasbûyî de xwedîderneketina civaka navneteweyî ya li kesên ji ber komkujiyê filitî, bû sedema nerazîbûpna endamên civaka Tamilî li Ewrûpayê. Komek çalakger bi armanca protestokirinê ji paytexta Ingilistanê Londonê heta Cenevreyê çalakiya bisîkletan li dar dixin.

Li Strasbourgê Tamîlan jî doza azadiya Ocalan kir

Çalakiya bisîkletan ji Londonê dest pê kir û wê heta nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê bidome, Etapeke ji 1500 kîlometreyî pêk tê û niha ber bi qonaxa dawî ve diçe.

5 çalakgerên Tamîlî ji Dadgeha Cezayê Navneteweyî (UCM) ya Lahey a li Hollandayê, paytexta Belçîka Bruksel, û bajarê Elmanyayê Saarbruckenê û ji Luksembûrgê derbas bûn. Çalakger doh jî li pêşiya saziyên Yekîtiya Ewrûpayê yên li Strasbourgê bûn.

Tamîlan li bajarê ku Konseya Ewrûpa (KE), Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa (DMME) û Parlamentoya Ewrûpa (PE) lê ne, çûn serdana çalakiya Nobeta Azadiyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin kirin. Çalakgerên Kurd ên nobeta azadiyê jî ragihandin ku ew piştgiriyê didin çalakiya Tamîlan. Çalakgerên Tamîlî jî got, ji bo Ocalan demildest azad bibe, divê rêxistinên navneteweyî hewlê bidin.

Bêdengiya beramberî komkujiyan protesto dikin

Şerê di navbera Tamîlan û Srî Lankayê de sala 1983’an dest pê kir. Di vî şerî de bi deh hezaran mirov mirin, LTTE (Pilingên Rizgariya Tamîlê) li welatê giravê beşeke mezin ya bakur û rojhilatê Srî Lankayê kontrol kirîbû. Lê sala 2004’an, di dema felaketa tsûnamî de hêzên LTTE´yê di qada deryayê de beşeke mezin winda kir, bi xiyaneta tevgera Vinayagomoorthy Mûralîtharan ku pêşengtiya wê Serheng Karûna Amman dikir, bi dewleta Srî Lankayê re li hev hat û hêzên LTTE´yê lawaz kirin.

Piştî xiyaneta Karûna, artêşa Srî Lanka sala 2009’an operasyoneke mezin a eskerî kir, bi deh hezaran sivîl qetil kirin û bi hezaran şervanên di cihekî teng de mayî jî bi wan re. Lîderê tevgera gerîla, Velûpîllaî Prabhakaran di qonaxa dawî ya operasyonê de Gulana 2009’an jiyana xwe ji dest dabû.

Lêgerîna edaletê ya Tamîlan ji hingê ve didome. Bêdengmayîna saziyên navneteweyî û Netewên Yekbûyî li dijî sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Srî Lankayê û komkujiyên mezin tên rexnekirin.

 

ANF/STRASBOURG