Endamên Tamîlan ku li Srî Lankayê têkoşîna azadiyê dimeşînin, li bajarê Dortmundê ji bo bîranîna gerîlayên Tamîlê yên bi komî hatin qetilkirin, li bajarê Almanya Dortmundê çalakiyek lidarxistin. Ji bo piştgiriyê ji Kurdan jî girseyeke qelabalix beşdar bûn.
Di bernameya çalakiya bîranîna de ji bo Kurdan jî cîh hate veqetandin û axaftin hatin kirin. Di bernameyê de li ser navê Kurdan peyam û daxuyanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan tê meşandin hat destnîşan kirin û ji Ocalan re azadî hat xwestin. Bi hezaran Tamîliyên di merasîmê de cîh girtin jî bi çepikan piştgirî dan. Di axaftinan de jî daxwaza azadiyê ya gelê Kurd parvekirin.
Ji Tamîlan 1200 îmze
Di çalakiyê de Navenda Çanda Kurdan ya Dortmundê, Yeketiya Xwendekarên Kurdistanê û Komîsyona Ciwanan di çarçoveya kampanya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de dezgeh vekirin û îmze komkirin. Di dezgehê de der barê tecrîda giran a li ser Ocalan û zextên li dijî gelê Kurd tên meşandin jî broşûr û belavok hatin belavkirin. Her weha ji girseya ku tevlî çalakiyê bû jî 1200 îmze hatin berhevkirin. Piraniya kesên ku îmze dan Tamîlî bûn.
ANF/DORTMUND