Nefesdayîn û stendin, çingênî û xişexiş: Albûma bi navê “Efia” ya hilberînera muzîka ambiyansê ya ji Hamburgê, Rosaceaeyê huzura mirovan nahêlê û hem jî dînûhar dike. JULIAN WEBER Nefesdayîn û stendin, çingênî û xişexiş: Albûma bi navê “Efia” ya hilberînera muzîka ambiyansê ya ji Hamburgê, Rosaceaeyê huzura mirovan nahêlê û hem jî dînûhar dike. Nivîskara Emerîkî (DYE’yî) ya science-fictionê (zanist-sêwirandinê) Ursula K. Le Guin carekê behs kiribû ka wê çawa beşên teknolojî û zanistê weke “tûrikê çandî” ji nû ve terîf kiribû, tûrikekî “tije ji keştiyên fezayê yên xerabe, mişt ji wezîfeyên bi ser nakevin û tijî ji mirovên li tiştekî serwext nabin”. Le Guin bi vê yekê ya xwe dibe serî û dike ku teknolojî û zanist êdî ne tenê amûrên desthilatê bin di romanên wê de. Ji eyarên qiyametwarî û wê de, science-fiction li cem Le Guin xwedî mekanekî mezin ê azad ê hunerî ye, ew êdî vediguhere “cureyê realîst”. Tiştekî bi heman rengî hilberînera ji Hamburgê Rosaceae bi muzîka ambiyansê hewl dide; ev stîla elektronîk a muzîkê ji peydabûna xwe ya nîvê salên 1970’yî ve her li ber wê tehlûkeyê bû ku bibe ewrekî newayê yê ji bo medîtasyonê. Li şûna ku dengên hawîrdorê bihewîne, her çû muzîka ambiyansê xwe di aramiyê de li dijî wan tecrîd kir. Herçî muzîka Rosaceae ye, ew nexasim dijî bi peywendiya bi derve re, û ev jî di newayên xurt ên heşt parçeyên wê yên di albûma wê ya nû “Efia”yê de xwe dide der: Çi zîqêniya frênê tankeke Leopard-2 be, çi dengê nas ê karakterîstîk ê zengilê Telekomê be, yan jî nimûneyeke dengekî anonîm a ku doza “bêhtir” dike, xeritandin û dengên nefesê, çingênî û xişexiş serê muzîkê jî diêşînin. Dengên ji jiyana rojane Awayê ku hunermenda ji Hamburgê bi dengên ji jiyana rojane bi kar tîne, kela canê mirov radike. Ji ber ku hêmanên deng ên ne muzîkî bi parçeyên aranjeya wan aqilane hatiye kirin û bi îhtîmam hatine rêzkirin, li dora melodî û dewran (loop) ne tenê weke nîşanekê hatine bicihkirin, lê belê di heman demê de muzîkî jî dike ku ew lê bin. Rosaceae ji rojnameya tazê [die Tageszeitung] re dibêje, “Amûra min a herî muhim pêhesîna min e, her tişta din a mayî tenê newayê çêdike, ez wê qeyd dikim û bi kompûter û piyanoyê ez melodiyan bi gewde dikim. Pêhesîna min esas e, bingeh e. Bi newayên piyanoyê ez dîwaran lêdikim û bi dengê kaxeza ji alemyonê jî mesela ez banê wê lê dikim. Kompûter jî ji min re lazim e da ku ez betonê tevdim.” Rosaceae hez nake navê xwe yê medenî di rojnameyê de bixwîne. Navê wê yê hunermendiyê Rosaceae ji peyva latînî ya bi maneya malbata deviyên gulan tê. Rosaceae her wiha navê nexweşiyeke çermê mirovan a kronîk e jî. “Efia” albûma diduyan a Rosaceaeyê ye piştî albûma wê ya yekê “Nadia’s Escape” ([Xilasiya Nadiyayê] - 2019), û êdî ew beşek ji malbata Pudelclub a Hamburgê ye, a ku bi etîketa wê “Efia” hat weşandin. Mexdûra şerê Sûrî Destpêka mitaleyên Rosaceaeyê ji bo “Efia” hevokeke teorîsyenê Brîtanî Mark Fisher bû ya ku wî weke sembol ji rewşeke derbasbûnê bi kar anîbû û navê “Hauntology” lê kiribû: “There is no time here, not anymore [Zeman li vir nîne, êdî nîne].” Fisher ji ber Derrida ew hebûna kapîtalîzmê ya weke reşikê şevê digirt, piştî hilweşîna sosyalîzma heyî sala 1989’an ruhên komunîzmê di dîrokê de hê jî weke reşikên şevê didan der. Bi Fisher weha xuya dikir, mirov di pey wan de şînê bigire, belasebeb e. Di parçeyê dawî yê Rosaceaeyê “Çiya” de dengek dibilîne û dibêje, “There is no time here, not anymore”, ew ne ku tenê vê hevokê dibêje û dibilîne, ew her weha dipirse, “Ma ez wê careke din bibêjim?” Di “Efia” de ruh weke mexdûrên şerê li Sûrî didin der. Serê pêşî ji bo festîvala “Noisexistance” hatine çêkirin; Rosaceae tê de tecrûbeyên penaberekî Kurd ê trawmatîzebûyî yê ji Sûrî jî di nava kulîsên xwe yên deng de bi cih kirine. Di parçeyê bi navê “Six ¬Years Old Child [Zaroka şeş salî]” de dengekî bi efektan êdî welê lêhatî kirin ku neyê nasîn pirsên wiha dike: “Tell me, who is my murderer [Ji min re bibêje kî ye kujerê min]”, “How much death suits you [Çendîn mirin li te tê]”. Pê re jî dengê lêdana dilekî tê bihîstin û straneke di daweteke Kurdan de. Weşiyên ji dengên piyanoyê yên împresyonîst li bin guhê dengê asê yê tankan dikevin, ha welê gurmênî jî jê bê, ew muzîk dimîne. Serketiya îxrackirina sîlehan “Elmanya tankên Leopard-2 difiroşe Tirkiyeyê û ew jî bi wan Kurdan dikuje. Ev serketiya îxracê îsal bû 40 salî. Hingê min ji xwe re got, ez dikarim di albûma xwe de behsa vê bikim. Ez tiştekî dikim malê xwe ya ku wekî din mirovan tine dike.” Ji bo dengê Elmanî yê Kurda bi navê Efia di albûmê de hunermend Jesseline Preach dipeyive: Di “Çiya” de pêşî ew behsa xewneke Efiayê dike, di wê xewnê de bavê wê yê wendakirî zindî dibe. Ber bi dawiya albûmê ve Preach behsa dapîra xwe dike. Muzîka Rosaceaeyê hefza mirovan ji êşê nake, ew mişt e ji tirs û gumanan, dengê ambiyansa wê mirovan neewle dike. * Ev wergera Kurmancî ya meqaleya bi sernavê “Hamburger Musikerin Rosaceae: Sich den Kampfpanzer aneignen” e ku di taz [Die Tageszeitung] de 1’ê Tîrmeha 2020’an hat weşandin.