Derket holê ku Nîzamettîn Taş xwestiye bi MÎT’ê re partiyekê li dijî PKK’ê ava bike. Ji rêveberên MÎT’ê yên di destê HPG’ê de, Aydin Gunel got, Nîzamettîn Taş ê ji nava PKK’ê reviyayî bi Serokê Daîreya Koordînasyona MÎT’ê û Serokê Daîreya Operasyonê ya MÎT’ê re hevdîtin kirin û li dijî PKK’ê pêşniyaza ‘avakirina partiyeke nû’ kir.
Li gorê nûçeya Leyla Fîdan a di ANF´ê de Gunel gotiye, sala 2017’an bi Nîzamettîn Taş re hevdîtin hatine kirin û Serokê Daîreya Operasyonê ya MÎT’ê Mehmet Levent Turkgucu û Serokê Daîreya Koordînasyonê ya MÎT’ê Yûsûf Serkan Paksoy ev hevdîtin kirine.
Rayedarê MÎT´ê Aydin Gunel, li ser hevdîtinên bi Nîzamettîn Taş re got, rêveberên MÎT’ê 2017’an du caran pê re rûniştine û bi navbeykariya Rêxistina Îstîxbaratê ya PDK’ê (Parastin) li bajarê Seleheddîn ê Başûrê Kurdistanê ev hevdîtin çêbûne. Nîzamettîn Taş di hevdîtinê de li ser daxwaza xwe ya ji bo avakirina ‘Partiyeke li dijî PKK’ê proje pêşkêşî rêveberên MÎT’ê dike û MÎT jî vê projeyê qebûl dike.
Li gorî nûçeyê, Aydin Gunel gotiye, Nîzamettîn Taş daxwaza hevdîtinê bi rêya Parastinê kiriye. Hevîdtina pêşî jî Adara 2017’an tevî Mehmet Levent Turkgucu ew jî çûye avahiya Parastinê ya li Selehaddînê: “Di hevdîtinê de berpirsyarê maseya PKK’ê ya Parastinê, Salih Barzanî, nûnerê MÎT’ê yê Erbîlê Selçûk Şenel û wergêrek jî amade bû.”
Gazinên xwe ji MÎT´ê re jî kirine
Nîzamettîn Taş gazinên xwe ji MÎT´ê jî dike ku ew 13 salan hatine mijûl kirin, niha jî PDK dike ku wexta wan pûç û vala be û wiha pêşniyaza partiya nû kiriye: “Em dixwazin bi partiyên Hak-Par, PAK û PWD´ê re kom bibin û li Tirkiyeyê partiyeke legal ava bikin. Bi pêşengiya PDK’ê demeke dirêj em hevdîtinan dikin. Armanca vê partiyê, şikandina bandora PKK’ê ya li herêmê ye. Gelek eşîr û malbatên cerdevanan hene ku destekê didin me. … Em ê weşanên kanala TV bikin.”
Projeyeke kontra bi parastina MÎT´ê
Nîzamettîn Taş dibêje, piştî ku partî ava kirin wê hin kadroyan bişînin Tirkiyeyê. Ji bo kesên bişînin Tirkiyeyê jî dixwaze ‘pirsgirêkên hiqûqî’ çareser bibin, bên parastin û ji bo vê jî alîkariyê ji endamên MÎT’ê dixwaze. Taş her wiha ji rêveberên MÎT’ê re dibêje ku PDK alîkariya madî dide wan.
Di Hezîrana 2017’an de careke din hevdîtinek tê lidarxistin bi beşdariya Serokê Daîreya Koordînasyona MÎT’ê Yûsûf Serkan Paksoy. Axir gava ku di Tebaxa 2017’an de Aydin Gunel jî di navê de PKK rayedarên MÎT´ê digire, ev proje têk diçe.
ANF/BEHDÎNAN