
Mîna xewnên şevê zaroktiya min
Ez van gotinan di şevek bedew a havîna çiyayên azad de dinivîsim. Şevek ku divê hezar şahid hebin ku bêjin ev şeve! ji ber ku tu dibêjî qeyê heyv û rojê cih guhertine. Tava heyvê bi hemû bedewî, heybet û zelaliya xwe li ser lûtkeya herî bilind a çiyan sekiniye. Min ti carî tava heyvê ewqasî mezin nedîtibû. Wek xewnên şevan dema zarokatiya min a li gund, carnan şewqa wê ji kulek û derzên li tenişt deriyê textê ê malê xwe dirêjî ser lehêfên me dikir û xewa me nedihat heta dereng! Ti caran ez nikarim wateya îro a tava heyvê bi wê demê re bînim ber hev û qala wê bikim. Dibe ku we gelek kesan wate û bedewiya tava heyvê di çîrokan yan jî fîlman de dîtibe. Lê rastî ti caran ji bo mirov bi qasî wê kêliyê ku tu bixwe jiyan bikî û tama wê bitemijînî, xweş û şênber nayê. Gelek çîrokên tava heyvê hene lê li van çiyan ev çîrok ti caran bi dawî nebûye û nabe jî. Peywendiyek rûhî a gelekî kûr di navbera gerîla û xwezayê de heye. Bi taybet ev peywendiya rûhî bi tava heyvê re gelekî cêwaze. Ger tu li van çiyan ji çend hezar gerîlayan pirsa tava heyvê bikî, misoger wê ji te re qala bi hezaran bîranînên xwe bikin. dibe bîranînek xweş yan jî nexweş be lê ya girîng ewe ku li gel her tişî jî dîsa jê hez dikin û ji wan re pîroze.
Kêliyên gerîlayan bi tava heyvê re
Ger tu li deftera bîranîna her gerîlayekê temaşe bikî, misoger tûyê rastî nivîsekê li ser tava heyvê werî. Carnan tava heyvê tarîtiya şevê şikandiye û bi ronahiya zêde bûye sedem ku gerîla bikevin kemînê yan jî nekaribin ji rêyekê derbas bibin. Ji bo wê jî gelek caran gerîlayan bêdilê xwe lê temaşe kirine û gazinc jê kirine. Lê ji ber ku paşê lêborîna xwe jê xwestine, tava heyvê bi dil negirtiye û wate daye gilî û gazincên wan. Vê yekê ti caran ev ruhê germ sar nekiriye. Ji ber ku di dilê gerîlayan de her tiştek xwedî cihek taybet û xweşkbûnekê ye. wê demê em behsa hinek kêliyên gerîla bi tava heyvê re bikin;
Kê herî destpêkê tava heyvê dît, ew bi şanse! Kê li ser piya dît, di wê mehê de ewê hertim li ser piya be, ango zêde bimeşe. Kê ew rûniştî dît, di wê mehê de wê bê tevger be û… xulase her gerîlayek dixwaze destpêkek baş bi tava heyva nûgihayî re bike. Ji bo wê jî dîtina her tava heyvek nûgihayî; hêvî, destpêk û ketina ser rêyek nûye.
Gelek caran gerîlayan di bin tava heyvê de hevalên xwe yên herî hêja spartine axê û wê jî şahidî ji wan re kiriye. Gelek caran bûye şahidê rêzên dirêj û li pey hev ên gerîla û bi wan re çiya bi çiya, deşt bi deşt û şev û roj bêwestan meşiyaye. Bûye şahidê rondikên li ser hinarokên gêrîlayekê û bêminet ramûsanek li kenê li ser lêva gerîlayekê daye. Bi wan re li bin darekê bêhna xwe standiye û dilopa xwêdana xwe li ser kevirekê bi cih hiştiye û çûye. Bi wan re ketiye şer û li ber xwe daye. Bi wan re guleya destpêkê xwariye û birîndar ketiye. Bi wan re nefesa dawî kişandiye û şehîd bûye… lê dîsa her wek wan nemir bûye û şewq dide.
Her kanî û rûbarek zelal ji gerîlayan re kiriye eynika şevê. Wan di eynika wê de xwe û ew li kêleka hev dîtine û bi hevre keniyane. Gelek gerîlayan di nobedariya xwe de sebira xwe pê anîne û xeyalên xwe pê re parve kirine. Gelek gerîlayan deftera xwe di şeva tava heyvê de tije helbest kirine û bi dengek nizim û carnan jî helbestên xwe jê re qêriyane. Tava heyvê jî bê ku biweste, bûye guhdarvanê dengê dilê bi hezaran gerîlayan. Hemû gerîlayan derd, êş, kêfxweşî û hestên xwe pêre parve kirine. Ew bûye hestek ji hestên gerîla. Ew bûye deftera dilê her gerîlayekê. Ji wê ye ku gerîla hemû gotinên dilê xwe jê re vedibêjin. Û min ji devê gelek gerîlayan bihîstiye ku gotine;“min biriya tava heyvê kiriye!”
Şevên tava heyvê şevên bêsînorin, tu dibêjî qeyê wê ti caran nebe sibe. Bêdawîbûna şevên tava heyvê, hestên gerîla bêsînor dike. hêviyên di hest û gotinên wan de jî bêsînor dike. Ruh di şevên tava heyvê de azad dibe, bedew dibe û li kêleka zinaran bibask dibe û difire…
GELEWÊJ EWRÎN