TUHAY-DER´ê ji dewleta Tirk xwest tavilê girtiyan hemûyan berde, lewma tehlûkeya koronayê li ser hepsan zêde ye û heger şewba ji ber vîrûsa korona li hepsan belav bibe, encam wê pirr giran be.
Rêxistinên tenduristiyê jî li Stenbolê daxuyanî da, wan got, rewşa li hepsan giran e, divê tevdîr bên zêdekirin. Piştî daxuyaniyê ÎHD´ya Stenbolê jî xwest qet nebe girtiyên nexweş bên berdan.
TUHAY-DER’ê diyar kir ku şewba vîrûsa Koronayê li hepsan dibe ku bibe sedema encamên giran û xwest, girtî tavilê bên berdan. Rêxistinên tenduristiyê yên li Marmarayê jî daxuyaniyek da û got, li hepsan ti tevdîr nehatine girtin.
Li Îranê, weke tevdîra li dijî şewba vîrûsa Koronayê, girtiyên siyasî jî di nav de 85 hezar kesên din ji hepsan hatin berdan. Li Tirkiyeyê jî girtî di nava metirsiyê de ne.
Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (TUHAY-DER) têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand. Piştî daxuyaniyê ÎHD´a Stenbolê xwest qet nebe girtiyên nexweş bên berdan.
Bi rêkûpêk hevîdtinên bi Ocalan re
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bêhiqûqiya li Rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê tê kirin, biryareke siyasî ye û hate gotin, “Şewata beriya niha ya li giravê bû sedema tirs û fikareke mezin a gel û rêxistinên maf. Di encama vê fikarê û nerazîbûna raya giştî de hevdîtin bi Birêz Ocalan û du girtiyên din re hate kirin. Lê belê ew hevdîtin ne bidawîbûna tecrîdê ye, û miraceatên piştre ji bo hevdîtinê hatin kirin jî bêencam man. Bi navê TUHAY-DER’ê em dixwazin ku malbat, parêzer û wasiyê Ocalan bi rêk û pêk hevdîtinê pê re bikin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, tecrîdkirina Ocalan niha li hepsên welêt hemûyan belav bûye û hate ragihandin, “Binpêkirina mafên mirovan û cezayên dîsîplînê yên li hepsan ne yên qebûlkirinê ne. Di rewşekê de ku vîrûsa koronayê belav dibe û bandorê li tevahiya civakê dike, qutkirina serdanên li hepsan çareserî nîne.”
Girtî û hikûmxwar hemû
TUHAY-DER’ê diyar kir ku şewb dibe ku li hepsan bibe sedema encamên giran û bêyî cudahiyê bikin divê girtî û hikumxwar hemû bên berdan.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di serî de Birêz Ocalan û sê girtiyên li Hepsa Îmraliyê, divê girtî û hikumxwar hemû azad bibin. Ji bo vê jî di serî de rêxistinên civakî yên sivîl, em bang li rewşenbîr, nivîskar, saziyên civakî dikin ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.”
Qet nebe nexweşan berdin
Rêxistinên tendirustiyê û parêzvanên mafên mirovan jî li Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê qala tevdîrên li hepsan ên li hemberî vîrûsa koronayê kir û wan xwest, heyeteke serbixwe tevlî vê pêvajoyê bibe. Endamê Desteya Rêveber a Odeya Tabîban a Stenbolê Mûrat Ekmez daxuyanî xwend û hişyar kir ku li hepsan mekanê şexsî û hîjyenê tine û vîrus dikare li van deran zûtir belav bibe.
Piştî daxuyaniyê Seroka Şaxa ÎHD’ê ya li Stenbolê Gulseren Yolerî jî diyar kir ku di van şertan de divê girtiyên nexweş werin berdan û heyetên serbixwe tevlî vê pêvajoyê bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN
Efûyeke giştî ji bo girtî û mehkûman
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, bal bire ser rewşa hepsan û ji ber tehlûkeya vîrûsa koronayê got, “Ez dixwazim di vê rewşê de efûyeke giştî bê rojevê.”
Di hepsên li Tirkiyeyê de, bêhtirî 300 hezar girtî û hikumxar hene. Li hepsan jixwe zilma dewleta Tirk kêm nabe û niha jî tehlûkeya şewba ji ber vîrûsa koronayê li ser wan e. Ji Ajansa Mezyopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever li ser meselê bi parlamenterê HDP´ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlioglu re peyivî. Gergerlîoglu xwest bi efûyeke giştî, heps bên valakirin.
Li hepsê şewb wê bibe felaket
Gergerlîgolû ji MA´yê re behsa şert û mercên hepsan kiriye û gotiye, “Hejmar pirr zêde ye. Ji ber qelebalixiya di hepsan de, pirsgirêk pirr zêde ne. Di qawîşên15 kesî de 40 kes dimînin. Dîsa ji bo girtiyên jin pirsgirêkên pirr mezin hene. Di odeyên 8-10 kesî de 21 kes dimînin. Ev gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne. Ji ber qelebalixiyê xwarina ku divê bidin du kesan, didin 6 kesan. Ev jî rê li ber pirsgirêkên tenduristiyê vedike. Ji ber vê, taqeta canê mirovan kêm dibe. Di mehên dawî de, li hin girtîgehan, gurîbûn vedigire girtiya, girtî gurî dibin. Heger vîrûsa korona bikeve hepsan, wê her tiştî li ber xwe bibe. Ji ber ku di sewqên tenduristiyê de pirsgirêkên cîdî hene. Heta mirov derdikevin revîrê jî gelek pirsgirêkên wan çêdibin. Di heman demê de bijîşk kêm in.”
Gergerlîoglû bi bîr xist ku li hin welatan ji ber şewba vîrûsa koronayê girtî hatine berdan û got, “Lê li Tirkiyeyê hîna jî ti gav nehatine avêtin. Şert û mercên testa vîrûsê û sewqkirina hepsên din a girtiyan tinin. Heta niha jî li girtîgehan test nehatiye kirin. Dibe ku her kêlî li girtîgehan vîrûs belav bibe. Di girtîgehan de dayikên bi zarok hene, jinên ducanî hene, pîr û kalên girtî hene. Em baş dizanin ku pirraniya wan girtiyên siyasî ne. Divê efûya giştî û daxistina ceza bikevin rojevê. Pêşniyaza me heye. Qet nebe divê ceza hetaa salekê bên taloqkirin.”
Îranê 85 hezar girtiyên din berdan
Îranê 85 hezar girtiyên din serbest berdan. Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan jî bang li rayedarên dewleta Tirk kir û xwest girtiyên li Tirkiyeyê jî bên berdan.
Rejîma Îranê ji ber vûrûsa corona (Covid-19) 85 hezar girtiyên li hepsên cuda berdan. Rejîma Îranê 85 hezar girtiyên edlî û siyasî ji ber vîrûsa koronayê berdan. Berdevkê Darazê, Xolam Huseyîn Îsmaîlî anî ziman ku ji sedî 50’ê van girtiyan ji ber ewlehiyê hatibûn girtin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan jî têkildarî mijarê li ser hesabê medya civakî ji hikûmeta Tirk û rayedarên dewleta Tirk xwest ku girtiyên li Tirkiyeyê serbest bikin.