Bi tesîra fermana li dijî Şengalê ya Tebaxa 2014´an şêwekarê ciwan Delîl Tarim gelek berhem afirandin li ser mexdûrên fermanê, lê belê her wiha li ser dîn û çanda Êzîdiyan. Wî ev berhemên xwe bi pêşangeha xwe weke Tawisî Melek a 74´an bi nav kir.

Xwendekarê hunerên bedew Delîl Tarim, yek ji pêşangehên herî berfireh ên li ser Êzîdiyan li Stenbolê vekir. Pêşangeha bi navê “Tawisî Melek a 74´an” balê dikişîne ser çanda Êzîdiyan û fermanên bi armanca qirrkirina wan. Li gorî nûçeya di Kurdistan24´ê de bi îmzeya Ercan Dag hatiye weşandin, xelkê çûye dîtina berhemên li pêşangehê hem ji mijarê, hem jî ji hunerê şêwekarê ciwan razî ne.

Delîl Tarimê 26 salî yê ji navçeya Hezexê ya ser bi Şirnexê ye. Ev pêşangeh jî pêşangeha wî ya yekê ya ferdî ye. Ev şêwekarê ciwan, bi resmên xwe yên nû û kevin dil û hunerê xwe li xelkê vedike. Ev pêşangeha ku bi temamî ji tablo û resmên li ser Êzîdiyan pêk tê, bi vê taybetmendiya xwe li Stenbolê yek ji wan pêşangehên herî berfireh a der barê çand, bîr û baweriya Êzîdiyan de ye.

Nadya nebe kêm e

Delîl Tarim li ser pêşangeha xwe dibêje, “Di dîrokê de gelek êşkence û zilm li Êzîdiyan bû û 74 caran ferman li serê wan hatin rakirin. Lewma min navê pêşangehê kir 74, çimkî ev jenosîdek e ku bi serê Êzîdiyan de hatiye. Min bi xwe jî li serpêhatiya gelek Êzîdiyan guhdarî kiribû. Dema ji zilma DAIŞ´ê reviyabûn, wan xwe spartibû Şirnexê. Vê gelek tesîr li min kir. Ev tesîr jî bû wesîleya vê xebatê.”

Wêneyê Nadya Murad a xwediyê xelata Nobelê ku li Şingalê ji aliyê DAIŞ´ê ve hatibû revandin û bi êşkence lê hatibû kirin jî di pêşangehê de cihê xwe girt.

Delîl Tarim ji bo wê dibêje, “Nadya Murad weke Kurd bûye sembol li cihanê. DAIŞ´ê tevî malbata wê gelek tehde lê kir. Bêyî wê, pêşangehek kêm dibû, lewma min wêneyê wê jî amade kir.”

Sembolên Êzdayetiyê bi şêwazên cihê

Delîl Tarim, tav, kevok, Tawisî Melek ku di çanda Êzîdiyan de weke sembolên girîng tên zanîn bi şêwazên hunerî û cihê xêz kirine. Van sebolan bala xelkê çûyî pêşangehê bi taybetê kişand ser xwe.

Yek ji van jî xwendekarê zanîngehê Tofan Simbil e; û ew dibêje, “Êzîdî 74 caran bi komkujiyan re rû bi rû mane. Ji vê aliyê xwe ve nav û naveroka pêşangehê gelekî girîng e. Dema em li pêşangehê dinihêrin, em sembol û nîşanên Kurdewarî dibînin. Bi pirranî der barê jinan de xebatek hatiye kirin. Kevok û porên jinên Êzîdî bala me dikişîne. Bi temamî hewayeke Kurdî di vê pêşangehê de heye.”

Dixwaze biçe Londonê

Muzîkjen Hale Ege ya ku li pêşangehê geriya, kêfxweşiya xwe ya ji esteîk û hunerê Delîl Tarim, eşkere wiha rave dike: “Bi destê xwendekarekî evqas tabloyên gelek xweş hatine amadekirin û hemû jî ji hev xweştir in, pêşangeheke gelek serketî ye.”

Xwendekar Sedat Orhan jî serketina berhemîn Delîl Tarim, bi hestiyarbûna xwe îfade dike: “DAIŞ´ê gelek zext û zordarî li jin û zarokên Êzîdiyan kir. Dema min ew wêne dîtin, gelekî hestyar bûm.”

Şêwekar Delîl Tarim ê ji Şirnexê, hewl dide bi rêya hunerî, çanda Kurdan nîşanî hemû dinyayê bide. Armanca wî ew e ku di mehên bê de li paytexta Ingilistanê Londonê pêşangeheke bi vî awayî veke, lê hîna derfet û sponsor ji bo vê projeya xwe peyde nekirine.

 

 STENBOL