Taxa Salihiyê yek ji taxên giring ên bajarê Hesekê ye. Piraniya şêniyên wê kurd in, paşê Ereb, û hejmareke kêm a Suriyaniyan lê dijîn. Niha jî cihekî ewlehiyê  ji koçberan re  û bûye nimûneya jiyana hevbeş.  Taxa Salhiyê di destpêka avakirina xwe de ji 150 malan pêk dihat. Ew mal jî ji ax û daran hatine çêkirin. Ji bo ava taxê jî li taxa Ezîziyê nêzî dibistana Wehda El-Erebiye henefiyek hate dayîn. Di salên 1970'ê de toreya avê  û ya ceyranî  li taxa Salihiyê hatin dayîn‫.‬ Piştî ku pêla koçberiyê destpê kir, Salihiyê bêhtir mezin bû û firehiya wê gihiştiye 3 km2. Sînorên taxê gihiştine Çemê Ceqceqê li aliyê başûr heta Çerxeriya Telayi.

Di nîva taxê de goristaneke mezin ku di salên 1970'ê de ji aliyê Lîderê Îslamî yê bajarê Hesekê Mele Ibrahîm hatiye avakirin, heye. Yekemîn mizgeft a taxa Salihiyê, Mizgefta Mele Ebdullah ku di sala 1990'an hatiye avakirin e.
Li Salihiyê du bazarên gelerî hene. Navên wan Bazara Yekşem û Bazara Sêşemê ne. Li van bazaran hemû pêdiviyên jiyanî bi buhayên kêm tên peydakirin.


Siyaset û kiryarên rêjîmê û paşguhkirina taxê

Ji ber ku piraniya şêniyên raxê Kurd in rêjîma Baas siyastek taybet dida meşandin. Şaredariya Dewleta karûbarên avakirinê asteng dikir û rê nedida ku aliyê avakirinê pêşve bikeve. Şaredar û hemû dezgehên dewletê tenê xizmeta fermandar, rêveberên û hêzên ewlehiyê yên rêjîmê dikirin.
Taxa Salihiyê bi dîroka xwe ya berxwedanê û xwedî derketina li doza Kurd tê nasîn. Salihiyê ji yekem taxên ku Tevgera Rizgarkirina Kurdistanê hembêz kir.Welatiyên taxê bi  tevgerê re her di nava kar û xebatan de bûn. Gelek mal bubûn cihên perwerdeya bi zimanê Kurdî.  Di serhildana Qamişlo ya 2004'an de piştî ku ciwanên taxê daketin kolanan û xwepêşandan lidar xistin, mal û dikanên welatiyên taxa Salihiyê rastî êrîşên Basî û çeteyên Baas hatin. Di heman salê de Rêveberê PYD'ê Tekoşerê Kurd Ehmed Hisên (Bavê Cûdî) ji ber êşkenceya di girtîgehên El-bas de jiyana xwe jidest da. Ji ber vê jî aliyê bakûr-rojhilatê taxê (cihê mala wî) bi navê 'Salihiya Bavê Cûdî hate binavkirin.

Kaniya helbesta Kurdî ye

Taxa Salihiyê wekî kaniya helbesvanên Kurd tê nasîn. Ji taxê gelek helbestvanên bi nav û deng ên mîna Mele Nayîf, Seydayê Tîrêj, Cindiyê Xizan, Nuh Silêman, Cengo Ibrahîm, Kawa Şêxê, Seyfeddîn Qadirî 'Reşo' û Ebdulezîz Xelîl Mihemed derketine. Gelek ji wan ji ber nivîs û helbestên şoreşgerî û netewî rastî asteniyên hêzên rêjîmê hatine. Van helbestanan êş û azarên welatiyên Hesekê parve dikirin û bubûn dengê Hesekê.

Bûye wargeha penaberan
Piştî ku aloziya Sûriyeyê destpê kir û bûyerên mîna wêranî, talanî, kuştin û revandin mirovan rû dan gelek welatiyên bajarê Sûriyeyê berê xwe dan Hesekê û li Salihiyê bicih bûn. Piraniya koçberan ji parêzgeha Dêra Zorê û Helebê ne. Welatiyên taxê bi hemû hêz û derfetên xwe pêşwaziya koçberan kirin û ew bicih kirin. Rêjeya koçberên li taxê bi qasî 20% ji şêniyên taxê ye. Bi vê yekê taxa Salihiyê bûye mînaka jiyana hevbeş.
Di şoreşa gel a 19'ê Tîrmehê de welatiyên li taxa Salihiyê jî wekî hemû bajar û gundên Rojava melîs, komun, komîteyên parastin û xizmetan hatin avakirin. Niha Meclîsa Salihiyê ya Bakûr, Meclîsa Salihiyê ya Başûr, komîteyên parastinê yên girêdayî komunên taxê hene.
Salihiyê niha bûye navenda sazî û rêxistinên Kurdî yên Hesekê. Welatî bi şev û roj taxa xwe diparêzin û bi xwe ewlehiya taxê bicih dikin. Ji ber ewlehiya zêde gelek koçberên bajarê Sûriyeyê lê bicih bûne."

HESEKÊ