Bi vê biryarê rêveberên herîmê yên bajar baypas dikin. Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk diyar kir ku biryara MGK'ê ya di sala 1992'yan a gund valakirinê niha asta duyemîn xistin dewreyê. Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Musa Kulujî diyar kir ku ev biryarek nîjadiye.
Tê gotin ku biryara taxên Kurdan ên li Mêrsîn hatin avakirin bên xerakirin di sala 2008'an de di civîna MGK'ê de hate niqaşkirin û ji aliyê Lijneya Wezîran ve hate îmzakirin. Lijneya Wezîran li gorî madeya 27'an a Zanguna Îstîmlaqkirinê biryar girt û di bi navê Projeya Vegeriya Bajarvaniyê ya TOKÎ'yê de taxên Çay, Çîlek û Ozgurlukê xebatên îstîmlaq kirinê dan destpêkirin. Şaredarê Akdenîzê Fazil Turk, anî ziman ku bi biryara Lijjneya Wezîran pêkanîna biryarên afetê li taxên Kurdan pêktînin. Turk, da zanîn ku Kurd li Mêrsîn li dijî koçberiyeke duyemîn in û wiha got: "Biryareke di sala 2008'an de hate girtin e. Di wê demê de mirovên bi koçberiyê hatin li hemberî koçberiyeke duyemîn in. Berî serdema me MGK'ê ji bo taxên Kurdan bên belavkirin biryar girtin. Çawa berê li gundan koçber kirin niha bi heman biryarê dixwazin li taxan jî koçber bikin."

Afetê dixin hincet
Serokê Rêxistina BDP'ê ya Mêrsînê Musa Kulu jî diyar kir ku biryara Kurdan ji Mêrsînê koçber bikin ji aliyê MGK'ê ve hate girtin û AKP'ê jî vê yekê wekî fersend bikartîne û qada sermayeya kesk vedike. Kulu, anî ziman ku TOKÎ bi vê armancê tê bikaranîn û wiha got: "Heke di herêmên erdhej, lehî, afet û şer pêktê, çima li navçeya Akdenîzê vê biryarê dixin jiyanê. Li Akdenîzê tu lehî, afet û şer çênebûn e. Ev pêkanîn tenê siyasî nîn e nijadperestiyê jî di nav xwe de dihewîn e. Lîsteya kesên li wir rûdinin diyar e ji sedî 96.3 Kurdên koçberbûn hatin Mêrsînê bicihbûn in. Girseya pirsanî dengên xwe dide BDP'ê ne û dixwazin bi vê yekê şaredariyê ji BDP'ê bigirin."
Alîkarê Şaredarê Akdenîzê Mehmet Altuntaş jî diyar kir ku Lijneya Wezîran a biryara TOKÎ'yê da dixwazin rêveberên herêmî baypas bikin. Altuntaş, anî ziman ku TOKİ'yê bêyî agahiya şaredariyê û raya giştî ya herêmî li gorî biryara Lijneya Wezîran peywira îstîmlaqkirinê girt. Altuntaş, da zanîn ku taxên Çay, Çîlek û Ozgurlukê wekî herêma şevnîşinê hatin îlankirin û wiha got: "Lê Lijneya Weîzran taxa Kîremîthaneyê di nav vê projeyê de negirt. TOKÎ dixwaze taxa Çay bi temamî xera bike û şuna wê avahiyên 13 qat çêbike û qada bazirganiyê vebike û dixwaze welatiyên taxa Ozgurlukê jî di avahiyên wisa de dorpêç bike."

'Taxek din a Ozgurlukê tê avakirin
Altuntaş, anî ziman ku li 3 taxên ku Kurd lê dijîn şevnişîn tune û wiha got: "TOKÎ li vir nelirêtiyê dike. Mirov dikare mînakê TOKÎ'yê yên li Stenbol û Enqereyê jî minak bide. Welatiyên ku ji malên xwe tên derxistin pişt re li malên TOKÎ'ye bi cih nabin. Ji sedî 50'yê wilatiyan li cihên din bi cih û war dibin. Ger ku TOKÎ li taxen Çay, Çîlek û Ozgurlukê heman pêkaninan bike dê dîsa pirsgireka bajarvaniyê çareser nebe. Dê welatî dîsa koçî taxek ku şert û mercên jiyanê guncav bikin. Bi vê projeyê dixwazin dîsa koçberiyek nû ava bikin û taxên Çay, Çilek û Ozgurlukê yên nû ava bikin."

'Ji sedi 93'ê civakê li dijî TOKÎ'yê ye'
Şaredariya Akdenîzê beriya niha anketek amade kir û di anketê de derket holê ku ji sedî 93 li dijî malên TOKÎ'yê ye. Li gorî hêjmara 3634'an a xala 27'an a Zagona Cemawerîbûnê jî wiha tê gotin: "Di pêkanina Zagona Mukelefiyeta Mudafaya Neteweyî de lezgîniya pêdiviyên parastina welat ji aliyê Lijneya Wezîran ve tê dayîn.


FERHAT ARSLAN - DÎHA/MÊRSÎN