Di operasyona rizgarkirina Mûsilê de li rojhilatê bajêr taxên nû ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin. Fermandarê Odeya Operasyona rizgarkirina Mûsilê ya bi navê; ‘Em hatin ey Nînova’ Ebdulemîr Reşîd Yarella bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku li aliyê rojhilatê Mûsilê taxa Taze, Navçeya Bab El-Şemis û bazara firotina lawiran ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Yarella diyar kir ku li herêmên navborî derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê hatine xistin. Duh Fermandariyê rizgarkirina taxa Şorte, Navenda Rewşenbîrî, Elkendî, Qeyrewan, Cemase û Tirba Nebî Yunis, ragihandibû.
NÎNOVA