
Di demên dijwar yên jiyanê de mirov di navbera hêza xwe ya heyî, hewldana lipêmayînê û xwe sipartina têkçûnê de ditewişe, yan jî wekî dewê di meşkê de tê û diçe de; mirovên xwedî azmûn, zanîn û têgîhîştinê hestê xwe digirin bin kontrolê, hêza destkeftiyên xwe derdixe pêş û li ber xwe dide, ti car bi hêvîşikestê nêzîkê rewşê nabe, her hewl dide ku wê rewşa li ber têkçûnê biguhezîne serkeftinê, ev hêz hêza vîna mirove. Ev vîna pola pêl bi pêl dibe wek lehî û ber bi serkeftinê ve diherike.
Vê hêza wekî razekê, li her derê cihanê xwe nîşan daye û erkê motora guhertinê wergirtiye. Ev hêza nav „Vîn“ di zimanan de bi form û awayê cûda tê binavkirin, lê naveroka wê naguhere. Weke minak bi erebî jê re „îrade“ dibêjin, piraniya gelên îslam ev gotin wergirtine û di zimanên xwe de bikartînin. Di Latînê de peyva „Voluntarîs“ derketiye pêş, di hin zimanan de jî wekî almanî ji peyva daxwazê afirandine „Wille“ yan jî „Wîllenskraft. Kampfkraft“
Ji ber ku ev hêza wek hêza giyanî xuya dike, ji her hêzî bi hêztir e, bala zanyaran jî kişandiye. Zanyaran li ser bingehê peyva latînî „Voluntarismus“ di warê sosyolojî, psikolojî û felsefê de hin angaşt û dazanînên berfireh derxistine pêş. Bi taybetî jî di dawiya sedsala 19 an de ev mijara Vînê di her warî de kirine ber pirsiyariya zanistî. Mînak Ferdînant Tonnies „Vînê“ ango Voluntarîsê wek bingeheke sosyolojiyê dinirxîne. Li gor hin fîlozofan „Vîn“ ji şelafiya baqiliyê pir pir bi hêztir e. Yeka/ê bi vîna xwe serketibe, ti hêz nikane wê destkeftiyê jê bistîne, her kes bi rêzdarî û bi pîvan nêzîkê kesayetiyên wisa dibe.
Vîn ne hêzeke, tancî ango ajoya ji xwezayiya mirov tê, ye. Rasterast bi azmûn û perwerde ya mirovan re têkildar e. Xwe perwerdekirineke zanistî dikane vînê derxe pêş hişmendiyê. Dema mirovekê ev behreya bi dest xistibe, ew di her warê jiyanê de vînê dike felsefeya jiyanê. Mazlûn Doganê xwedanê vîneke polayî bû carê gotibû; „Eger mirov xwediyê vîneke têr be, ti hêz nikane vîna mirov bişkêne!“
Di dîrokê de kesayetiyên bêmirin bi giranî kesayetiyên xwediyê vîneke pola ne. Mînak Spartakus dizanîbû, wê nikanibe bi serkeve, her wisa wî dizanîbû, encama wan di arenayan de ji bo kêfa serdestan kuştin be. Wî vîna xwe ya berxwedanê bikaranî ku bikane rêya rast raberê koleyan bike, di vî warî de bi serket û navê wî li dîrokê ma.
Di dîroka me de bêhêjmar mînak hene. Dema Seyid Riza ev têgîhîştina anî ziman: „Ez li hemberê fend û fûtên we bi ser neketim ev ji min re bû derd. Min jî li ber we serî neçemand, bila ev jî ji were bibe derd!“ Di bingehê xwe de ew vîna xwe ya polayî derxistibû pêş û rêya ras dabû ber netewa xwe.
Mazlum Dogan, ji bo ku gefxwerinên dagirkeran ên kuştine vala derxe, bi vîneke polayî xwe şewitand. Her wisa dema Mehmet Xayrî Dûrmûş Di wê rewşa di nava mirin û mayînê de biryara Gireva Birçîbûna Mirinê da, li pey wî jî Kemalan biryara xwe dan, ev di wateya „ne hûn, mirin jî nikane vîna me ya berxwedanê bişkêne!“ de bû. Ev Gotina Kemal Pîr jî: „Em ji jiyanê wisa hez dikin, diknin ji bo wê bimirin jî!“ nîşana vîneke bê şikan e.
Heke mirov bi awayekî zanistî rawestan, gotin û çalakiyên stêrkên ezmanê welêt Mizgîn, Bêrîtan, Zîlan, Arîn Mîrkan, Sakîne Cansiz, û bi sedan giyanên bêmirin binirxîne, bi zelalî dibîne ku tev de li ser bingehê Vîneke xwedayî rûniştiye. Ya dijmin û cehşên wî har û din jî dike ev vîna ticar nikane were şikandinê ye.
Dema mirov li tevahiya dîrokê dinêre, di nava wê kontekstê de dibîne ku ev vîna berxwedanê ya wek karekterekê di giyana kurdistaniyên bijarte de rûniştiye, Ji wan giyanên bijarte yek jî Leyla Guven e. Wê ev gurara vîna pola wekî mînaka sê niftên Mazlûm Dogan û biryara Mehmet Xeyrî Dûrmuş di kêliyeke herî dorpêçkirî, tarî û bêhnçikandinê de careke din li girtîgeha Amedê bi biryareke zanistî vêxist û pêl bi pêl ji zîndanan belav bû. Li Strasbûrgê jî hevserokê KCDK-E Yüksel Koç û hevrêyên xwe ev ala vîna pola hildan û li her derê Ewropa, ji başûrê Kurdistan hetanê Rusya li tevahiya cihanê belav bû. Niha wek rêbayeke tirsê li dagirkerên faşîst piçikîye. Bi her awayî berê xwe daye serkeftinê, bes bi hişmendiyeke têr û xurtkirina têkiliyên dîplomatîk were berfirehkirin.
Belê „Vîn“ gotineke bi raz, wek hêza giyana perwerdekirî, wek hêza têgîhîştina perwerdekirî, wek hêza hişmendiya li ser zanistê rûniştiye li xaka me pêkhatiye û kemiliye. Êdî ti hêz nikane pêşî lê bigire, wek hêzeke ronahiya perdeyên tarîtiyê diqelêşe, li her derê xaka Kurdistanê belabûye. Êdî cihan jî nikane bêdeng lê sêr bike.