---Tecrîda li Imralî bi dijwarî berdewam dike û navê xwe li şerê Kurdistanê kiriye. Ev şerê xîret û namûsê ye. Divê her Kurd dengê xwe bilind bike---

Gotin qîrên e û destpêka ´mirovbûn´ê ye.  Tayip Temel, te digot; “mirovbûn kultur e.” Hingî min got;  “ev gotin destpêka romana jiyanê ye.” 
Romana jiyanê, di rastiya Kurdistanê de veşartî ye û hîna ne hatiye nivîsandin.  Ev romana ku bi xwînê tê nivîsandin, vijdanê mirovahiyê, nirx û pîroziyên mirovahiyê, dîroka mirovahiyê bi xwîn dike. Îro di şexsê te û hevalên te de, li zindanên Kurdistan û Tirkiyê romana mirovahiyê  tê nivîsandin.
Ev rastiya Kurdistanê ye û di bedena we de dijî. Aliyekî wê helbest e, aliyek jî bûyerên dramatîk yên tewratî ne. Bizanibin her bedena di greva birçîbûnê de helbesteke hawarê ye. Her gotina di vê helbestê de rondikên birînên Promethaus in. Di şexsê we de Kurdistan, di şexsê Kurdistanê de cîhan bextreşiyê dijî...  Ev bextreşî bûye şikefta reş û dixwaze gelê Kurd bike tara bêjingê. Xwedawendên cîhanê, ha ha pexşan û reçeteyên bextewariyê dinivîsin, lê di şexsê Kurdistanê de, afûr û nafûra tofanî difûrînin. Ev jî qanunên derewan e, qanunên dojehê ne. Van qanunan, riyên karwanê mirovahiyê xitimandine û li Kurdistanê jî, rê teva dibin tecrîdê de hatine qedexekirin. Ev qedexe bûne qereqolên ROMÎyan.
Kuştina jiyanê, tarûmar kirina mirovahiyê bi qereqolan dest pê dike. Kuştina nirx û pîroziyên mirovahiyê, talan kirina kultura mirovahiyê jî bi zindanan dest pê dike. Yanî TECRÎD kirin!...
Tecrîd, kuştina li demê belakirî ye û bûye navê şerê li Kurdistanê. Li Kurdistanê mirina reş, li demê belakirine, li malan, li kolanan, li meydanan, li zindanan, li serê çiyan bela kirine. Bizrik û tovê mirinê, çend deh sal in di xaka Kurdistanê de tê reşandin. Di her demsalê de ev bizrik û tov şîn dibin û ha ha jiyanê  jehrî dikin.
Erê Tayip Temelê xoşewîst û biraziyê ku digote min Apo; li hemberî vê bextreşiya ku bûye navê romanê û bûye tecrîda fetsînok, kanunên fizîkê hîna li ser lingan e, îradeya mirovên dilsoz heye. Ev jî di şexsê we de, li Kurdistanê bûye çavkaniyên hêviyê.  Ev çavkanî “hebûn” e û rastiya romana Kurdistanê ye. Lehengên vê romana ku bi xwîna ciwanên Kurd tê nivîsandin, li serê çiyan jî, li kolan û meydanan, li zindanan hêza xwe nîşan dide. Ev hêza hejandina kelih û bircikên faşîzmê, hêrivandin û rûxandina qereqolên ROMÎyan e. 
Erê Tayip Temel, ez êşa bedena te, di çavkaniyên atlasê dilê xwe de  hîs dikim û wek girêka xwîsiya di qirika min de li hev tê badan. Dengê min, henasa min dikuje. Ez hawara xwe digihînim gotinê.
 Gotin!... Hawar e! Di destpêka her pirtûka pîroz de, bûye qîrêna pêxemberan!... Gotinên te jî Tayip Temel, di dawiya nivîsa te ya di 18´ê Cotmehê de, destpêk û dawiya romana Kurdistanê bû, dengê hawara pêxemberan bû.
Weke her pêxemberî, te jî bang li vijdanê mirovahiyê kiriye. Ev deng li erdê ji dayik dibe, ji çavkaniya ezmanan jî tê xwedî kirin.
Çi balkêş e Tayip Can, nîzam û sîstema li cîhanê serdest bûye, korûkerrendeyê kulturê ye. Lalûebkem e, nirx û pîroziyên mirovahiyê ye!... Gunehkarî ye ev!..
Tu jî baş dizane ku, di her kulturê de, dewsa neperûşkên mirovan, arguniya xwîna mirovan heye. Di her gotina ku bûye bingeha kulturê, di her xêz û rengê bûye bingeha nirx û pîroziyan ked, xwehdan û xwîna mirovan heye. Azadiya Kurdistanê jî bûye tofana ked, xwehdan û xwînê. Ev jî romana êş, azar û janê ye.
Vêce, ez ji vir, ji paytexta YE, di şexsê te de bedena we teva maç dikim. Êşa, jan û azara bedena we, bi ramûsanên dilsozî xwedî dikim. Dixwazim ku her ramûsana min bibe gotinek û di romana bi xwîna cengawerên mîna we tê nivîsandin de cih bigire.
Çavkaniya tecrîda li Kurdistanê, mixabin, qesrûqonaxên  ewropa ne. Naqosa şerê li Kurdistanê, fetwa û fermanên şerê li Kurdistanê, pêşî li paytextên ewropa lêdidin. Êşa li Kurdistanê, ji ewropa û ji aliyê çend sergerdeyan ve tê bela kiin. Ev jî berhemê zihniyeta hêza emperyal ya ROMÊ ye.  
Gotin jî têra vê bextreşiyê nake!.. Cîhana ku ketine bin rim û şûrê zorê, gotin jî kuştiye, vijdan jî!... Ha ha tirsê diafirîne, jiyana ku di kûra barûdê de tê fetisandin û di tabuta risasî de te veşartin hîna pîkolê dike. Ev şermezariya dîrokê ye, lê dîrok jî hatiye kuştin.
Kurdistan çend deh sal in, rastiya mirovahiyê dijî. Balkêş e ku, mirovahî li hemberî vê rastiyê di nava xilmaşiyek ne razayî û ne şiyar de dijî. Ûûûûû, entelektuelên Kurd jî di nava heman sevdayê de dipelixin. Teva bûne Voltaire û bazirganiya ebd-koleyan dike. Ev tê wateya ku rastî li ser pişta xenecera ji her du aliyan ve tujkirî hatiye rûnandin. Ev jî her kesî ditirsîne.  Gotin, destpêka pirtûkên pîroz e. Lê ew pirtûkên pîroz jî nikarin bersiva êş, jan û azara  Kurdistanê bidin. Kurdistan, îro qîrêna girtiyên azadiyê ye!.. Pejna rastiya dewsa gerila dijî... Di kolanan de di dengê zarokan de dijî... Dîsa jî, li Kurdistanê ol tê kuştin, Xweda tê kuştin, pêxember, ewliya embiya, kêzik û kurmik, dar û devî, ax û kevir têne kuştin.
Lewma, dengê we bûye dengê rastiya mirovahiyê û êş û ajara Kurdistanê diqîre. Hinekî Romain Rollan, hinekî Toltoy, Beethoven, Gandhi, Zerseht, Krîşna û Ehmedê Xanî... Hinekî evîna Meleyê Cizîrî, Şêxê Senan e..
Ew çiqasî, helbesta Kurdistanê bikujin, pexşanan di nava barûdê de bifetisînin, nimêj û niyazên Kurdistanê dardebikin, ezman û erda Kurdistanê bipelixînin jî, dengê rastiya Kurdistanê wê bibe Tayip Temel’ên ku bedena xwe dikine mertalê jiyanê.