Isadora Duncan weke “xwedawenda reqsa modern” tê nasîn û ew beriya niha bi 143 salan hatibû dinê. Wê bi xwe, xwe weke yekê ji 9 xwedawendên koro û reqsê yên mîtolojiya Yewnan ‘terpsîkhore’ da nasîn. Wê reqsa modern derxist holê. Rexnegirê reqsê Jack Anderson 2008’an ji bo Isadora gotibû ‘jina ku modernî veguhert reqsa modern’. Isadorayê bayê Yewnan yê berê bir ser sahneyan û bi azadiyê pîroz kir. Çi ku, li gorî Isadorayê reqs tevgerek e ku bi awayekî xwezayî bi pêş dikeve, yanî ne îcadek e.

Ew 27’ê Gulana 1877’an li Kalîforniyayê weke yekê ji 4 zarokên malbateke koçberên Îrlandayê hat dinê. Ew piçûka malê bû. Dayika wê Dora (ji navê wê Isa‘dora’) 9 salî şand perwerdeya baleyê. Di 1895’an de pêşî diçe Chîcagoyê û piştre jî diçe New Yorkê. Sala 1899’an jî berê xwe dide Ewrûpayê.

Isadorayê timî digot, “Tazîbûn ya rast e. Xweşikahiya rast e. Huner e. Bedena min perestgeha hunera min e”. Ji ber cil û bergên ji îlhama Yewnana Antîk rexne lê dihatin girtin. Ji ber vê jî kêm derket ser dikê û abora wê ne baş bû. Sala 1902’an li Budapeşteyê bi orkestrayeke mezin performansa xwe ya ewil bi serketî kir. Sala 1905’an de li Gruenwald a Berlînê bi cih bû. Yekem dibistana reqsê vekir. Bi vê re jî hewl da zarokên kur jî tevlî perwerdeyê bike, lê projeya wê ji ber peydanekirina fonê betal bû.

Şoreşa Sovyetê bandor lê kiribû. Di 1921’ê de hunera xwe bir Moskovê. Hêrsa xwe ya li dijî bêdadiyê, êş û berxwedan di reqsa xwe de nîşan da. Bi sekna xwe ya şoreşger, cil û bergên xwe yên tenik û zelal her çiqas bê rexnekirin jî wê bi gotina ‘hemû hunermendên rast şoreşger in’ xwe parast.

Isadora 14’ê Îlona 1927’an li bajarê Fransayê Nîceyê di encama qezayekê de ku laçika wê li stûyê wê şidiya, mir.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN