Malbatên Karwan Partîzan ku li Gundê Girdxebêra giredayê Navçêya Teqtêqa Kerkûkê ye sersaxîyan kabûl dikin. Sersaxî bi serdana welatiyên Maxmûr, Hewlêr, Kerkûk û Silemanî berdêvam dike. Welatî pêr bi konvoya ku alên KCK û postêren Reberê PKK Abdullah Ocalan ketin nava gund. Konvoy ji hela malbata Karwan Partîzan ve hatin peşvazîkirin. Tazîyek li mizgeftê yek jî malê hatin qebûlkirin. Piştê dûayên ku hatin xwendin ser navê PÇDK Mam Hejar û ser navê Meclîsa Kampa Penabêrên Maxmûr Yûsif Kara axaftinek kir. Mam Hejar da zanîn ku gele Kurd di têkoşîna azadîyê de gelek nirxen pîroz danê û wiha got: “Herî dawî jî bi êrişên Îranê ev nirxêkê pîroz ya wek Karwan Partîzan ser rêka azadiyê dan. Em hertim dû agîden wek Karwan Partîzan bimeşin. Emê mana bidin jîyan û şahadêta wan”. Yûsif Kara jî dîyarkir ku lazime xwedî şêhîd bên derketin. Rêya ku wan danîye holê bên şopandin. Kara anî ziman ku ev êrişên dewleta Îranê ji dewletên Tirk qut nîne û got: „ Dûjmina Kurdan tev yek in. Fikir û ramanên Kurdan çi dibe bila bibê gava mesele bû Kurd dijmin tev yekin.“ Li mala şînê ya ji bo jinan hate vekirin jî li ser kuştinan axaftin hate kirin û hate xwestin ku dawî li operasyonan bînin.

KERKÛK