Ev wêneyê hanê sala 1894´an di pirtûkeke bi navê Life in Tripoli (Jiyan li Trablusê) de hatiye weşandin. Lê baş e ma me çi ji jiyana li Trablûsa Lubnanê - jê re Trablûsşam jî tê gotin - ye?

Ev kesên di wêne de hemû Kurd in. Ji bilî belgekirina Kurdan a sedsala 19´an li Lubnanê, gava mirov berê xwe bide detayan tiştine din jî li ber çavên mirovan dikevin. Tembûrvanê di wêne de, li tembûrê dixe. Ew tembûra ku îro ji nû ve nexasim li Dersimê vedigere, berê ji Lubnanê heta bi Qersê, ji Xoresanê heta bi Qonyê, tembûra muzîka Kurdî bû. Îro hin amûrên din ên dişibin tembûrê, şûna wê û hinan navê wê girtibin jî, tembûr va ye, ev e. Yê ku wêne girtiye û pirtûk nivîsandiye, George E. Thompson e. Orjînalê wêne û pirtûkê li British Libraryê ne.

LONDON