Giva wê teatrê şanoya xwe, a bi navê «Sinco qîza xwe dide mêr» a Eskerê Boyîk di 30’ê Gulana 1980’yî da amade kir û pêşkêşî temaşevanan kir, wê demê di salona ciyê 350 kesî da nêzîkî 1500 kesî kom bûn. Em gişk ditirsiyan ku ew bîna dikare di bin wê giraniyê da hilweşe.
Şalîko BÊKES
Bi nihêrîna min, di salên 60’î da, taybet ji bo Kurdên Sovyetê, teatr tiştekî êksklûzîv bû. Mezinên me tim bi xeyal tanîn bîra xwe; çawa wan salan teatra Kurdan, ya Elegezê (Ermenistan), şanoya ”Mem û Zîn” anîbûn bajarê Tilbîsê (Gurcistan). Gelek sal derbas bûbûn, lê dîsa jî wan ji bîr nedikir.
Îro jî ew şano û kurteşanoyên, ku me 30-40 sal berê lîstine, heta niha tê bîra gelê Kurd û ew bi rengekî xeyal tînin ser ziman. Ev tê çi wateyê? Ku gelê Kurd ji gişkan bêhtir hewceyê teatrê ye, nênihêre wê yekê, ku ew bi xwe (paradokseke mezin e), wekî çek jî bidin ber eniya wan, naxwazin zarên xwe (qîz û bûkên xwe) bişînin teatrê, wekî di xebatên wê da ciyê xwe bigirin. Gelo çima?
Ev pirs gelek gelek salan ji serê min dernediket. Çima? Bona çi? Heger tu nahêlî zara te bê û şanoyê da bilîze, wî çaxî kî gereke bilîze? Alîkî va tu dixwazî malbata xwe hildî û bêyî salonê, wekî şanoyê ji bo kêfa dilê xwe temaşe bikî, aliyê din va jî tu naxwazî qîza xwe, an jî kurê xwe bişînî teatrê, wekî ew fêrî artîstiyê bin û bi awakî serfiniyaz rolên xwe bilîzin.
Em wî bargî bi rê nabin
Dibe ku pirsgirêk ne di wan da ye? Dibe ku pirsgirêk di me da ye (yên ku vê wezîfa rêveberiya çandê hildide ser xwe û ne her tim dikare pêk bîne)? Çiqasî zêde ez vê dihizirim, ewqasî têm ser wê «rastiyê», ku em bi xwe nikarin, ew bargê me daniye ser milên xwe, bi rê bibin. Heta niha em (kesê çandê va mijûle), teatran da kar dikin (ne salek û didu ye jî), têrmînolojiya vê çandê fêm nakin, yan jî rast naynin ser ziman; «kultûr», «teatro», «çand», «huner», «artîst», «şano», «piyês», «lîstik», her van tiştan, em tevlîhev dikin. Heta niha em me’na her van peyvan nizanin. Em karên di teatrê da tê kirin; bi zorî û zehmetî, bi astengî, bi wextên windakirî (ji sê mehan heta salekê û dibe ku diha zêde jî), bi enerjiya windakirî, em bi xwe van tiştan nimz dibînin û bi hêsanî ji van ra dibêjin «lîstik». «Em lîstika xwe amade dikin, Me lîstika xwe pêşkêş kir, Werin lîstika me temaşe bikin, Ev şanogerê me ye, Çanda hunerê, Huner û çand…» û hwd.
Ma kî wê bihêle wext li lîstikan biçe
Ev gişk, gotinên ne rast in û şaş in. Hilbet: kî jî hebe, wê nexwaze kesekê ji malbata xwe bihêle, ku ew bê û wexta xwe di «lîstikan da» bişewitîne. Çimkî ew cefayên ku têatran da tên dîtin nikarin bibin «lîstik». Lîstik, zarokên biçûk pê va mijûl dibin, mezin nikarin îznê bidin xwe bi hev ra bilîzin. Belê, rast e, hinek ciyan da «lîstik» jî bi kar tê («- Rola xwe dilîzim, - Vê wêneyê ji min ra bilîze…» û hwd). Lê giştî tê gotin: «- Me şanok amade kiriye û em hêvîdar in, ku wê li gorî kêfa we be». Ji ber vê jî; heta em gazinan ji xelkê bikin, em pêşiyê gerek li xwe binêrin, hela em bi çiqasî wezîfa xwe ber gelê xwe pêk tînin.
Teatr, bi giştî, wezîfa xwe ew e ku bandorê bide ser gel. Wek mînak, kîjan wextê em radibin û ber bi bijîşk va diçin? Helbet; gava dereke me diêşe. Ji wê der, diniya xirab be, em ber bi bijîşk va naçin. Vê carê, em ku diçin, em bi wê gumanê ne, ku ew bijîşk çarekê ji êşa me ra bibîne. Heger diranê te diêşe, lê doxtir dixwaze milê te derman ke, careke din tu êdî hew diçî cem wî bijîşkî. Wî çaxî tu yê qedrê wî zanibî, giva ew diranê te qenc bike. Bandora teatrê hîngê heye, giva repertûwara te (şanoyên te) gorî dilê temaşevanên te ye, giva ew şanoyên, ku te cefa bi wan ra dîtiye, ew amade kirine «êşa» dilê wan dide der, birînên wan qenc dikin ew teatir, bê gilî, bandora xwe pir dide ser temaşevanên te. Lê çaxa tu gazî xelkê xwe dikî û qisa nexwaşiya cînarên wan ji wan ra dikî, wê demê hêdî-hêdî xebatên te ber çe’vên wan arzan dibin û digihên wê astê, ku balkêşî êdî bi wan ra namîne û, bi zorê jî mabe, tu nikarî wan bînî teatra xwe û şanoya xwe nîşanî wan bikî.
Pirsgirêkên xelkê ji bo me Kurdan!
Ji bo çi vî alî wî alî ber bi te tên û bi hêvîdariyekê ji te pirs dikin: «- Hûnê kengê şanoya xwe nîşanî me bikin?». Ji bo wê, ku ewan dixwazin bên û xwe tê da bibînin, pirsgirêkên xwe li wir bibînin û, çêtir e, heger çareseriya wê jî bibînin. Lê em çi tînin serê wan? Piraniya xwe, em wan dixapînin. Ewan tên, lê em pirsgirêkên hinekên din didin ber wan; yên Tirkan, Ereban, Ermeniyan, Gurcan, Ingilîzan, Spaniyan, Îtaliyan… Yên her kesî, tenê ne pirsgirêkên xwe Kurdan. Wê demê pirsa rasteqîn derdikeve holê: ji bo çi ez gereke bêm û wextên xwe winda bikim bona pirsgirêkên xelkê? Ji min ra ji bo çi lazim e? Û çima ez gerekê qîza xwe, yan jî kurê xwe bişînim teatra we?!
Dîsa jî, şikir ji vê gavê ra, qîz û xortên me pir in, yên ku berê xwe didin teatrê û, dikarim bêjim, emekên pir mezin didin vî karî. Niha her çar parçên Kurdistanê da her alî ciwanên me hewl didin teatrên xwe çêkin. Bila ew îro bersîvdar nîbin, bila îro nikaribin wî barî zevt kin… Ev ne pirsgirêkeke mezin e, çimkî wext û dem dikarin van tiştan danin di ciyê xwe. Ew pirsên ku min li jorê nîşan dane wê bên çareserkirin. Pirs tenê di wê da ye; kengê ew ê bên çareserkirin! Kengê em ê karibin pirsgirêkên gelê xwe, neteweya xwe, axa xwe pêş da bînin! Û kengê em ê karibin wan pirsgirêkan hewil bidin ku çareser bikin!
Ji ber bandorê qîmet didin teatrê
Teatr bi xwe «organîzme» ke ne hêsa ye. Giraniya wê jî wek girîngiya wê pir zehmetiyên xwe tê da hene. Helbet, avakirina wê bi mirovekî, diduyan û sisiyan va çênabe. Teatr dewletek ancax dikare ava bike. Neteweke serbixwe û qewat dikare wê ava bike. Mînakên wisa pir in û bi cûrekî din kesî hela tu teatr çênekiriye. Dêmek, ev tê wê wateyê, ku teatir ewqasî girîng û bi bandor e ku hewceya dewletê jê tê, ku wê ava dike. Ne carek e, ku ew dibe mijara axavtin û nîqaşên serokkomaran. Di cihanê da artîstên bi nav û deng bi hezaran hene û wan di nav gelên xwe da, û di cihanê da ciyên xwe taybet girtine. Ev ne ji bo çe’vên belek in. Ev ji bo bandorkirinê ne.
Heger fîşengek dikare dijminekî bikuje, artîstek dikare hezar dijminî tune bike! Ez nabêjim, ku teatir gerek tenê ji bo dijminan hebin, lê himber dijminan ev çekeke pir girîng û zext e. Tek çand dikare milet bîne cem hev, yekîtî di nav wan da ava bike, hizkirina welat bigihîne dilên wan û nasnemaya wan bide naskirin. Û ciyê yekem di nav wan da teatr e.
Şano li Elegezê
Salên 30’î da, pey wan ra di salên 50-70’yî da teatra Kurdî, a Elegezê (Ermenîstan) bandora xwe ser milet wisa mezin bû, ku heta niha jî ew bandor ser wan heye, heta roja îro jî, yên ku tê bîra wan, qala wê teatrê dikin. Navê wê ne tenê di çarçovaya Ermenîstanê da bela bûbû, lê her weha jî dûr-dûr dervayî wê; Gurcistan, Azerbaycan, Asiya Navîn, gele navçeyên Kurdistanê jî. Mixabin, rêjîmên dijî kurdeyetiyê nehîştin, ku ew teatr jiyana xwe dewam bike û bi zanebûn ew fetisandin.
Di sala 1979 heta 1992’yan li bajarê Tilbîsê (Gurcistan) dîsa teatreke Kurdî ava bû. Di despêka xwe da wek teatra amator, lê paşê wek ya gelêrî.
Heger baş bê fêmkirin, bandora wê teatrê, dikarim bi mînakeke biçûk bînim ser ziman. Giva wê teatrê şanoya xwe, a bi navê «Sinco qîza xwe dide mêr» (nivîskarê wê Eskerê Boyîk e) di 30’ê Gulana 1980’yî da amade kir û pêşkêşî temaşevanan kir, wê demê di salona ciyê 350 kesî da nêzîkî 1500 kesî kom bûn. Em gişk ditirsiyan ku ew bîna dikare di bin wê giraniyê da hilweşe. Piştî xwe temaşevanan gemareke wisa hîştin, wekî avtoke barbir ancax dikaribû wê gemarê bibe. Xênî wê; zarokên xwe anîbûn, hema di orta salonê da tije pîsî û mîz bû… Xênî wê; qaje-qaj û qalme-qalma wan nedihîştin artîst li ser dikê xebata xwe bikin. Du-sê sal derbas bûn, te hew dît, temaşevan êdî wek her temaşevanî bi maqûl û hurmet dihat û pir bi terbet her şano temaşe dikir. Zarokên pir biçûk êdî bi xwe ra netanîn, dema şanoyê êdî bêdeng dibûn; zanibûn êdî kengê bikenin, kengê destên xwe hevxin, kengê bigirîn, kengê rabin û kengê rûnên… Kî dikarê bêje, ku vê teatrê bandora xwe neda ser milet?
Bi xweziyan û gazinan gav naçe pêş
Giva me şanoyên bi tercme amade dikirin, piraniya xwe salon tije nedibû, lê giva me piyêsên Kurdî datanî, wê demê cî tunebû ku gişk rûnên. Di sala 1991’ê heta 1994’an da eynî li bajarê T’ilbîsê me dîsa teatreke Kurdî vekir bi navê «Cegerxwîn».
Piştî wê: salên 1994, 1996, 2000, 2006-2008, 2010 li paytexta Rûsiyayê da, Moskovê, me hewl da teatra Kurdî ava kin. Lê, mixabin, «piştovanên» me çênebûn, wekî me bikaribûya ev teatir bimeşanda. Kesî xwe neda ber. Heta roja îro jî em di vê rewşê da ne.
Em fêr bûne timê xwe biparêzin û hineke din neheq derxin. Em nizanin û nikarin bi Kurdî binivîsin, bi Tirkî, Erebî, Rûsî, Ermenî dinivîsin û dibêjin, em wa dikin, ji ber ku ewan fêm bikin. Em nizanin û nikarin şanoyên Kurdî bi pêş xin û dibêjin, yên Inglîzî, Îtalî, Tirkî, Erebî diha pêşketî ne û diha xwaş in ji bo neteweya me… Bi vê yekê em nikarin gaveke xwe jî bi pêş xin û neteweya xwe bi vê yekê ji xwe aciz dikin.
Belê, temaşevan tên, şanoyên ku em amade dikin, ewan temaşe dikin. Lê tenê; berî her tiştî ewan nikarin hizra xwe bêjin, ji ber ku em altêrnatîva wê nadin wan, paşê; hinek gunhê xwe tînin û ji ber wê tên, hinek karên wan wê demê nîne û tên, hinek tên, ji ber ku nasên wan, mirovên wan ser dikê dilîzin, hinek tên, wekî piştovaniyê bidin artîstan. Lê yekî ku bê teatrê ji bo ku aca dilê xwe vereşîne, kula dilê xwe bibîne, çareseriya pirsgirêkên xwe zanibe, yên wisa tunene. Bi gilîkî: temaşevanên Kurd çawa vala tên û salonê da rûdinên, wisa jî vala dertên û diçin malên xwe. Paşê em dibêjin, ku gelê me miletekî bêşêkir e û emekên me naşêkirîne.
Tê bîra min, carekê min artîstakî me rexne kir; wekî ew bê dilê xwe dilîze û rola xwe baş nayne cî. Wî got, yeke ew (gel) paşdamayî ne û tiştekê fêm nakin. Ez bawer im, wê demê piraniya grûpê wa difikirî. Dawiya dawî wisa çêbû, wekî ew teatir jiyana xwe dirêj nekir.
Tu dikarî merivekî bixapînî, diduyan… belkî sisiyan jî… lê tucar nefikire, ku tuyê karibî netewekê bixapînî.