Di sedsala 21’emîn de mirovahî, jîngeh, civak, çand û exlaq di rewşeke xirab de ye û di nava lepên kapîtalîzmê de dinalin. Rojhilata Navîn di navenda vê qirkirin û komkujiyan de ye. Jin jî qurbana sereke ya siyaseta kapîtalîzmê ye. Komalgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê pêngava “Dijî şîdetê yek bigirin, têbikoşin û azad bibin” da destpêkirin. KJAR têkildarî mijarê di malpera xwe ya înternetê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de armanca pêngavê xal bi xal tê vegotin: ”Mirov hebûneke civakî ye û civakek demokratîk bi çanda xwe tê nasîn. Civaka Îranê jî civakeke pir reng û mûzeyeke zindî ya gelan e. Lê rejîma Îranê di qirkirin û helandina çand û netewan de israr dike. Sîstema perwerdeya Îranê qir dike. Ger zarokên Kurd an jî zarokên ji neteweyeke din Farisî nezanin, wan kêm dibînin. Ev jî asta zîhniyeta qirker a Îranê nîşan dide. Li dijî eqliyeta ku renginiyan tine dike û yek rengiyê li ser civakê ferz dike, pêwîstî bi guhertineke demokratîk ku hemû civakê hembêz bike heye.

Zexteke mezin li ser jinan heye

Qeyranên aborî zexteke mezin li civakê û li jinan dike. Ev jî dibe sedema xwekuştin, kuştin, laşfiroşî, bikaranîna madeyên hişber, zewaca di temen biçûk û bi zorê, zewaca spî (sîxe) û hwd. Ev siyaseta çewt a rejîmê dibe sedem ku jin di nava rewşeke dijwar a xirab de bin. Li dijî vê pêwîstî bi siyaseteke perwerdeya civakî ya li ser hîme siyaseta demokratîk heye. Ji bo guhertin û azadiyê jî têkoşîn rêya tekaneye.

Em şopdarên felsefeya azadiyê ne

Li dijî hemû qanûnên ku darvekirin, êşkence, qirkirina xwezayê û girtina çalakvanên jîngehparêz û jinan rewa dike, têkoşîn û helwesteke hevbeş wê rê ji avakirina civakek demokratîk û azad re veke. Em weke jinên Kurd xwedî dîrokeke bi ezmûn in, ji bo vegerin dîroka jinê bidestê xwe nivîsandiye. Em şopdarên ew fikir û feslêya azadiyê ne ku di kesayeta Ş. Şirîn Elemhûlî de xeta teslîmiyetê bi bin xistiye. Di şexsê Hevala Viyan Peyman de jî xeta yekîtiya jinan hate avakirin.

Jin azad nebe civak azad nabe

Em wek KJAR bi bawerî, bi îrade û fikrek azad a jinan pêngaveke civakî ya bi dirûşma, “Dijî Şîdetê yek bigirîn, têbikoşîn û azad bibîn” radigihînin. Em ê bi hêza çandî, zîhnî, rûhî ya jinê û civakê li dijî her cûre dagirkeriyên zîhnî, jîngehî, siyasî, civakî, aborî û perwerdeyê derdikevin û ji her cûre dagirkeriyek re dibêjin, ‘NA’.Li ser vî esasî bang li hemû jinên Îranê (Fars, Kurd, Ereb, Belûc, Azerî, Mazenî, Gîlekî û Lor) dikin, li dijî hişmendiya jinkujiyê rabin ser piyan, xwedî li hebûna xwe derkevin û tevlî kampanyayê bibin. Divê em ji bo çareseriya êşên jinan û pirsgirêkên hevbeş, rêxistin û eniyên hevbeş ava bikin. Divê em vê pêngavê ji şexsê xwe bidin destpêkirin û li gel xwe jî civakê azad bikin. Ji ber heya jin azad nebe, civak jî azad nabe.”

 NAVENDA NÛÇEYAN