Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê bi hemû leza xwe didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê roj bi roj bipêş ve diçin û derbeyên giran li çeteyan dixin. Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê gundê Îbad ê ku 7 kilometre li rojhilatê bajarê Tebqa û li başûrê gundê Sefsafah dikeve doh piştî şerekî dijwar rizgar kirin. Li hember komeke biçuk a çeteyan ku xwe di nava gund de veşartine operasyona şervanan berdewam dike. Di pevçûnên li Ebadîn de ji du heta niha bi dehan çete hatin kuştin û termê 30 çeteyan zêdetir tevî çek û cebilxaneya wan ket destê şervanên QSD’ê. Xebatên lêgerîna şervanan didome. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê ji gundê Îbad sivîlên di gundê Sefsafah de bi topên hawanê û kanasan hedef girtibûn û ji gundiyan 20 kes birîndar kiribûn.
12 term li pey xwe hiştin
Li rojhilatê Tebqayê jî di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ’ê de şerên dijwar rû didin. Di şer de heta niha 12 çete hatin kuştin. Şervanên QSD’ê pêr piştî ku çeteyan êrîşî gundiyên Safsafah ên di çadiran de diman kirin, ji bo parastina sivilan ketin tevgerê. Pêr êvarî di navbera gundê Ebadîn û Safsafah de şereke dijwar bû. Di encam de bi dehan çete hatin kuştin û termê 16 ji wan tevî 16 keleşan ket destê şervanan. Hat zanîn ku di pevçûnan de heta niha gelek çete hatine kuştin û termê 12 çeteyan ketiye destê şervanên QSD’ê de.
NAVENDA NÛÇEYAN