Gelek parlamenterên endamê Meclîsa Neteweyî ya Fransayê, ji Wezareta Karê Derve re name şand da ku ji bo greva birçîbûnê ya li Strasbourgê hewl bide. Li ser nameyê îmzeya 8 parlamenterên endamê Koma Lêkolînên Kurd ên Meclîsa Neteweyî ya Fransayê heye.

Di nameyê de hate gotin tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, binpêkirina hemû rêgezên hiqûqa navdewletî ye. Parlamenteran îşaret bi rewşa gelek çalakgeran kir ku ji 17'ê Kanûnê ve li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne li Strasbourgê û got, êdî mirov nikare rewşa heyî ragire, divê Fransa û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ji bo ku binpêkirina mafan a li Tirkiyê bi dawî bibe, zextan bikin.

Parlamenteran ji Wezareta Karên Derve xwest ku bikeve dewrê, pêşî li wê yekê bigire ku jiyana çalakgerên greva birçîbûnê bikeve tehlûkeyê. Parlamenteran xwest ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan jî hewl bê dayîn.

Li ser nameya ji Wezîrê Karê Derve Jean-Yves Le Dreîn re, mohra van parlementeran heye: Jean-Christope Lagerde (Serokê Koma Meclîsa UDÎ-partiya rastgir-lîberal), Eric Coquerel (FI-partiya çepgir a mixalif), Jean-Felif Acquaviva (Korsîka-LT), Els Faucîllon (PCF - partiya komunîst), Mayer Habîb (UDI), Paul Molac (Bretagne-LT), Jean-Paul Lecoq (PCF), François Pupponi (Korsîka-LT).

 

PARÎS