Gelê Wargeha Mexmûrê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xist û bang li saziyên wek CPT, NY, DYE û YE’yê kir û xwest têkildarî rewşa Ocalan demildest daxuyanî bê dayîn ji rayagiştî û Gelê Kurd re. Herwisa gelê Mexmûrê banga hevdîtinê ya bi Ocalan re li saziyên navnetewî û Hikûmeta AKP’ê kir.
Piştî ku hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê li ser rewşa ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, fikar zêde kirin, li seranserê Kurdistanê û derveyî welat çalakiyên ji bo eşkerekirina rewşa Ocalan û azadkirina wî roj bi roj mezin dibin. Bi vê boneyê, di roja 5. salvegera tecrîda girankirî ya li dijî Ocalan (27´ê Tirmeha 2011´an) de ango pêr saet 18:00’an bi pêşengiya Komîteya Çalakiyan a Mexmûrê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji navenda wargehê heta avahiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a Mexmûrê meşek hat lidarxistin û li ber avahiya NY’ê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.
Ji bo hevdîtinê banga li CPT´yê
Di daxuyaniyê de polîtîka û kiryarên hikumeta faşîst a AKP’ê yên li dijî Ocalan û tevgera azadiyê bi tundî hatin şermezar û hat gotin, divê demek ji ya din zûtir tecrîdkirina girankirî ya li dijî Ocalan bê rakirin, têkildarî tenduristî û rewşa wî ya fîzîkî gelê Kurd û raya giştî were agahdarkirin. Her wisa bêdengiya cîhanê û saziyên têkildarî mafê mirovan yên navneteweyî hat rexnekirin û bi taybetî têkildarî hevdîtina bi Ocalan a Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) û naveroka vê hevdîtinê bi raya giştî re parve nekir, bi tundî hat şermezarkirin.
Li ser navê girseyê Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk Leyla Arzû Îlhan daxuyanî da çapemeniyê. Îlhan got; “Armanca Hikûmeta AKP’ê û hêzên komploger yên navnetewî ew e ku me fêrî agahî negirtina ji Rêber Apo bikin û dixwazin vê rewşê hêdî hêdî di mejiyê me de bidin çandin. Lê bila dijmin û dagirkerên Kurdistanê û nexasim jî hikûmeta AKP’ê baş bizane ku, ne 18 sal girtina Rêbertî, ne 5 sal tecrîda girankirî û ne jî astenkirina hevdîtina bi Rêbertiyê re nikarin Gelê Kurd û Rêbertiyê ji hev dûr bixin.”
‘Êrişên li dijî Rêbertiyê, li dijî me ne’
Îlhan bal kişand ser girêdana gelê Mexmûrê bi Rêbertî û Tevgera Azadiya Kurdistanê re û weha domand; “Em dibêjin, hemû cûre êrişên li dijî Rêbertiyî em li hember xwe dibînîn, em ti caran van êrişan napejirînîn.”
Îlhan komkujiya li Qamişlo jî şermezar kir, diyar kir ku çeteyên li Minbic û Rojavayê Kurdistanê têk çûne, bi êrişên wiha gelê sivîl dikin hedef. Îlhan got, ev êriş wê bi ser nekevin û girêdana gelê Mexmûrê bi şehîdan û Rêbertiyê re îfade kir.
MEXMÛR
Deriyên Îmraliyê vekin
Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Kerkûkê Daqoqê hat şermezarkirin. Çalakgeran AKP hişyar kir û xwest deriyên Îmraliyê derhal bên vekirin.
Çalakgeran bi meşekê tecrîdkirina Ocalan a ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve bêhtir şidandî, şermezar kir. Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Welatparêz a Kurdistanê pêk hat. Girse li ber Navenda Ciwanan a Daqoqê pêr civiya û heta navenda sûkê meşiya. Tevî endamên Tevgera Ciwanan, Tevgera Azadî û Hizbî Şûî Kurdistanê û gelek Daqoqî beşdarî çalakiyê bûn.
Piştî meşê daxuyaniyek hat dayîn, pê dewleta Tirk bi tundî hat şermezarkirin û hat gotin, "Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xeta me ya sor e."
'Rêber Apo xeta sor a gelê Kurd e'
Li ser navê Tevgera Ciwanên Welatparêz Hemîn Ramazan got, heta li Kurdistanê ciwanekî Apoyî hebe, wê siyaseta dewleta Tirk a dijminatiya li dijî Kurdan bi ser nekeve. Ramazan got, "Ji ber ku bi nihêrînên xwe li dijî berjewendiyên hêzên deshilatdar e, tecrîdkirina Rêber Apo hatiye şidandin. Bi taybetî piştî hewldana darbeyê agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Divê dewleta Tirk baş zanibe, Rêber Apo ji bo hemû gelên li Kurdistanê xeta sor e. Pêwîste heyetek derhal biçe bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û agahiyan bide."
'Qedera çar parçeyan yek e'
Li ser navê Tevgera Azadî, endamê Meclîsa Rêxistina Kerkûkê Mam Ramazan jî ji gelê Kurd xwest, li dijî tecrîdê rabe ser piyan û weha peyivî: "Girîng e gelê Kurd nakokiyên xwe yên siyasî deyne aliyekî û ji bo yekîtiya neteweyî bikeve nava tevgerê. Divê em vê yekê baş zanibin; qedera çar parçeyên Kurdistanê yek e. Dijminên me yek e. Divê gelê Kurd bi vê zanibe û ji bo Rêber Apo rabe ser piyan. Dewleta Tirk a faşîst, di şexsê Rêber Apo de ji bo nehêle gelê me li Rojhilata Navîn bibe xwedî statuyekê, tecrîdeke giran dimeşîne."
'Ji ber ku Ocalan siyaseta Tirk pûç kir tê tecrîdkirin'
Ji Hizbî Şûî jî Hewre Tayîp jî got, "Divê em li çar parçeyên Kurdistanê xwedî helwêsteke siyasî bin, li dijî dijminên xwe. Dewleta Tirk a faşîst dixwaze Kurdan bike dijminê hev. Ocalan li hemberî vê siyasetê rabû û hê jî li dijî vê siyasetê têdikoşe. Ji ber ku siyaeta dewleta Tirk a dijminatiya li Kurdan pûç kiriye, îro tê tecrîdkirin. Divê weke gel em li hemberî tecrîdê dengê xwe bilind bikin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin."
KERKÛK